• Diyarbakır 25 °C
  • Batman 26 °C
  • Hakkari 19 °C
  • Şırnak 23 °C
  • Ağrı 17 °C

Ma we nizanîbû dawî ewê ev be?

Ma we nizanîbû dawî ewê ev be?
Piştî qetlîama Cizîrê we şaşiya xwe qebûl kir lê we dev jê berneda.

Zinarê Xamo

YPSê beyanek belav kiriye û gotiye, ”me hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandin, ji bo ku kesên siwîl neyên kuştin dibê hinek têkevin nabênê.”
Yanî Nisêbîn jî ket û ew jî bû Cizîr. 
Nisêbîn jî wek Cizîrê û Sûrê wêran bû. 
Li Nisêbînê jî bela sûc û bela sebeb bi dehan keç û xortên kurd yên canfîda bi qehremaniyeke mezin canên xwe feda kirin.
Û nuha jî rabûne dibêjin me ”hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandin” û ji kurdan alîkariyê, nabêwncîtiyê dixwazin.
Ma ev îş e?
Ma we nizanîbû dawî ewê ev be?
Bêguman we zanîbû.
Ma we bawer dikir ku hûnê bi van îmkanên xwe bikanibin zora dewleta tirk bibin?
Helbet we ji tiştekî wiha bawer nedikir.
We bi vê siyaseta xwe ya malwêran kurd perîşan kirin, ji ber şer bi sedhezaran kurd bi kuçe û kolanan ketin, bi dehan bajarên kurdan dan hatin wêrankirin û we 5-6 hezar keç û xortên kurd bi çete û qatilên dewleta tirk dan kuştin.
Piştî qetlîama Cizîrê we şaşiya xwe qebûl kir lê we dev jê berneda. 
We zanîbû dewlet ewê her derê bike Cizîr. Lê li gel vê jî we di siyaseta xwe ya malkambax da israr kir.
Tiştê kurdan daye bedelekî pir mezin e. Ne îşê henekan e.
Erê mesûl û qatilê esasî dewleta tirk e, dibê hesabê van qetlîaman rojekê bide. Dibê kurd dev ji vê dewleta çete û qatil bernedin.
Lê hûn jî wek PKK û KCK mesûl û berpirsiyarê vê felaketê ne. We kanîbû Nisêbîn bi vê dewleta faşîst neda wêrankirin. 
We baş zanîbû ewê netîce ev be…
Lê dîsa jî we Nisêbîn da wêrankirin...
”Me hêzên xwe ji Nisêbînê paş da vekişandin, ji bo ku siwîl neyên kuştin dibê hinek têkevin nabênê hewqasî ne rehet e.
Ma ev pêkenîn e, ev tiyatro ye?
We ji bo çi li Nisêbînê xendek kolan û dest bi şer kir û we çi bi dest xist ku hûn nuha vedikişin ?
Dibê hûn li ser sebeb û netîceya şerê xwe tiştekî bibêjin.
Ma hema em vekişiyan dibe ?
Ji xwe ne kes li Nisêbînê maye û ne jî xaniyekî saxlem, hûn bajarekî wêran li pey xwe dihêlin.
Dibê hûn hesabê vê netîceyê bidin gel û malbatên şehîdan, uzrê xwe bixwazin, bibêjin çima wiha bû, we çima wiha kir?
Dibê xwîna kurdan hewqasî ne belaş be…

Ev nûçe 484 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Şerê Serxwebûnê û Aştî14 Cotmeh 2017 Şemî 15:34
  • Pirsgirêkên navbera Emerîka û Tirkîyê ?10 Cotmeh 2017 Sêşem 22:40
  • Êdî bê ku ez bibim xwedî bask, dikarim herim Kurdistan!09 Cotmeh 2017 Duşem 20:32
  • Kurdên Stavengera Norveçê ji bo Mam Celal tazîye danîn09 Cotmeh 2017 Duşem 18:23
  • Li Stockholmê bi hezaran kes hatin şîna Celal Talebanî09 Cotmeh 2017 Duşem 15:47
  • 20 salîya kovara Bîrnebûnê09 Cotmeh 2017 Duşem 09:27
  • Li Bakur şîna Mam Celal09 Cotmeh 2017 Duşem 01:57
  • Li PAK-Mûşê şîna Mam Celal07 Cotmeh 2017 Şemî 15:28
  • Li KRGê ya Swêdê şîna Mam Celal06 Cotmeh 2017 În 17:43
  • Mam Celalê ku ez dinasim02 Cotmeh 2017 Duşem 15:07