Lutkeya YEyê dest pê kir: “Di rewşa Tirkiyê de ti guherîn çênebûye”

Lutkeya YEyê dest pê kir: “Di rewşa Tirkiyê de ti guherîn çênebûye”

.

A+A-

Lutkeya Yekîtiya Ewropayê ya serokên welatên endam îro Pêncşemê dest pê kir û heta sibe 11ê Kanûnê berdewam dike. Di lutkeyê de ji bilî budçeya YEyê û çend mijarên têkildarî welatên endam yek ji mijara sereke li ser krîza Rojhilatê Derya Spî biryara cezakirina Tirkiyê ye.

Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, beriya destpêkirina lutkeyê li Brukselê ragihand, di polîtîkayên Enqereyê de heta niha ti guherînek çênebûye û pêwîste tiştek bê kirin.

Borrell destnîşan kir ku ew niha nikarin ti nirxandineke erênî bo Tirkiyê pêşkeş bikin, ji ber ku di polîtîkayên Tirkiyê de ti guherînek çênebûye.

Di lutkeyê de ji bilî pêwendiyên welatên YEyê biryar e amadekariyên ji bo pêşwazîkirina, rêveberiya nû ya Amerîkayê ya bi seroktiya Joe Biden jî werin nirxandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin