Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Lûtkeya Yekitiya Ewrupa û Tirkiyê

A+A-

Sibê li bajarê Bulgarîstanê Varnayê Lûtkeya Yekitİya Ewrupayê (YE) heye, ango serokdewletên endamên Yekitiyê dê beşdarΠcivînê bibin.

Ji ber Bulgarîstan serokê heynê (dewr) ye, lûtke li Varnayê dicive û di rojeva civîna Yekitİyê de, him hinek pirsgirêkên navxweyî taybetî pirsên wekî aborî, bazirganî û ewlehî hene û him jî, pêywendiyên bi Tirkiyê re rojeva civînê ye û Tirkiyê hatiye vexwendin bona xwarina şîva êvara roja 26ê Adarê.

 

Bi qasî ku di medyayê têt ragihandin serokdewletê Tirkİyê R. Tayyîp Erdogan jî dê beşdarî civînê bibe.

Di derbarê vexwendina Tirkiyê û beşdarbûna serokdewletê Tirkiyê de, him di medyaya Ewrupayê de û him jî di medyaya Tirkiyê de gelek nûçe têne weşandin.

Berê jî di peywendiyên Tirkiyê û YEyê de hinek pirsgirêk hebûn, diyar e piştî êrişa li ser Efrînê û dagiriya wê, helwestên dijber û rexneyên hinek dewletên endamên Yekitiyê berztir bûn, wekî dewletên Holande, Fransa û pişte damezrandina hikûmetê Almanyayê…

 

Wekî min got, berê jî di navbera YEyê û Tirkiyê de nakokî hebûn, her çiqas ji dewletên endam hinekan bi helwest û siyaseteke dijberî endamtiya Tirkiyê tevgeriyan jî, Tirkiyê jî, taybetî bona demokratîzekirinê daxwaz û hêviyên Yekitiyê neanîn bicî.

 

Pîvanên YEyê diyar in, taybetî aştî, demokrasî, mafên mirovan û dewleteke hiqûqî pîvanên (kriter) damezrîner in, dest ji vana naye berdan, ji ber ku ev nebin YEyê jî nabe.

Bo mînak, li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê serjimara kurdan bîst milyon e, lê mafê perwerdeya bi zimanê kurdî tune, berovajî asimîlasyonek bihêz heye, herweha hemû mafên demokratîk û neteweyî di bin êrişên giran da qedexe ne.

Li hemû endamên dewletên YEyê, taybetî mafên kêmjimaran (etnisîte), mafên mirovan û dewleteke hiqûkî, ango bi kurtî demokrasî hat bicîkirin. 

Heçkû, em dizanin ku YEyê di eslê xwe de projeyeke aştiyê ye, bona aştiya Ewrupayê ewil di navbera Fransa û Almanyayê da destpê kiriye.

Welatekî aştî lê nebe, demokrasî jî nabe, herweha mafên mirovan û her cûre mafên civakî jî nabin, heftê sal berê Ewrupayê ev rastî fam kir.

 

Bi armanca ku li Ewrupayê aştî pêk bêt, di sala 1951an de di navbera şeş dewletên Ewrupî de Peymana Hesin û Komirê ya Ewrupa (PHKE) hat îmzakirin, ji ber ku hesin û komir madeyên xam ên şerî bûn, divêbûya li ser bikaranîna vana pişkinan hebûya, ango mebest ji PHKEê aştî, bazirganî û pişesaziyek (endûstrî) pêşketî û hevpar bû.

YEyê di sala 1951an da bi beşdariya şeş dewletan pêk hat, heta îro bi dehan peymanên hevpar û girîng hatin îmzekirin û îro Yekîtî gihîşt 28 endaman, hemûyan jî pîvanên peymanên Yekîtiyê, yên bazirganî, aborî û siyasî pêk anîn.

Her çiqas, îro bazirganî û berjewendiyên dewletên endam ketine berî daxwaz û hêviyên aştiye jî, lê dîsa jî ger hêviya aştiyê bimire an lawaz bibe, him li Ewrupa û him jî li cîranên wê kaosek civakî rû dide, herweha bazirganî jî bi serbestî nabe, dikeve bin xeterê.

 

Pêvejoya endamtiya Tirkiyê çîrokek dirêj e, bêguman mijarek din e, lê ji sala 1963an û heta îro Tirkiyê ti caran pîvanên endamtiyê neanîn bicî, heçkû pîvanên Yekitiyê hemû pêwîstiyên peymanên wê ne.

Di vî pêvejoyê de Tirkiyê her bi ya xwe kir û ti caran li hemberî peymanên Yekitiyê bidil (samîmî) nebû, her fikirî ku ew ê çawa di deriyê paş ve têkeve nava yekitiyê.

 

Ewil bakurê Qibrisê û îro jî Efrîn

 

Niha êdî li ber Tirkiyê tenê pêkneanîna pêwîstiyên peymanên YEyê nîn in, herweha ew êdî dewletek dagirker e, parçeyek ji dewleteke din dagir kiriye û ew jî li dijî hiqûqa navneteweyî, YEyê neçar e vê rewşê bide ber çavên xwe.

Lê bele, cihê mixabiniye ku bona lêgerîna xaz û neftê li Behra Spî li başûrê Qibrisê  YEyê nerazîbûn û astengbûna Tirkîyê şermezar kir, lê bona dagiriya Efrînê hêj biryarek Yekitiyê tune.

Bêguman, di rojeva civîna bi Tirkiyê ve bi giştî mijara Suriyê û taybetî mijara dagiriya Efrînê dê hebe, lê pêwîst e YEyê ne bona berjewendiyên demkurt, berevajî divê li ser pêvejoyeke demdirêj rawest e.

Dagiriya Efrînê bila YEyê neşehitîne, li herêma Rojhilata Navîn êdî kurd hêzeke kartêker in, bi peyamên nîvdevkî naxapin.  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin