Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Lozan: Parçekirina Kurdistanê

A+A-

    

Duh salvegera îmzekirina Pêymana Lausanne’ê (Lozan) bû; Peyman, di roja 24ê tîrmeha 1923an da hatibû îmzekirin, ango 94 sal berê li Swîsrê li bajarê Lausann’ê.

Bêrî Peymana Lausannê, Peymana Qesra Şîrin Kurdistan kiribû du parçeyan, her parçeyek ketibû bin dagirîya împaratorîyekê.

Peymana Qesra Şîrin, di roja 17î gulana 1639an da li bajarê Qesra Şîrin hatibû îmzekirin û Kurdistan di navbera împaratorîya Safewî û Osmanî da hatibû dabeşkirin, paşê bi Peymana Lausannê jî dagirkerên Kurdistan’ê bûbûn çar dewlet; Îran, Iraq, Suriyê û Tirkiyê.

Berê Lausanne, li bajarê Sêrves’ê (Sewr) Dewletên Hevpeyman (Dewletên Îtilafê) Sêrves di roja 10î tebaxa 1920an da îmzekiribûn, bi ya vê peymanê Kurdistanek otonom dihat damezrandin, pişte salekê eger gele Kurd bixwesta, di encama rapirsînekê da Kurdistan dibû dewletek serbixwe.

Brîtanya û Fransa pêşengîya Dewletên Hevpeyman dikirin, lê bele pir neçû berjewendiyên dewletên îmzeavêjên Peymana Sêrves’ê giran kişand û xwe ji paş peymanê vekişandin.

Ewil dewleta Fransa gav avêt, bi kemalistan va Peymana Enqerê îmzekir û tixûbê di navbera Suriyê û Tirkîyê bi vê peymana hatibû çespandin, bi vê peymanê Fransa kevirê ewil li ber dîwarê Sêrves’ê kişandibû, paşê Brîtanya di dorê da bû, jixwe di danûstandinên Peymana Lausannê da hat dîtin, ku amarên vê dewletê bona herêma Mûsil û Kerkûk’ê ji hertiştî bêhtir giran dikşînin.

Lê, rastiyek tahl û sotîner jî heye, ku yekrêzîya kurdan tine bû, bê tevger bûn, yên heyî jî ne ligel hev bûn û li Peymana Sêrves’ê xwedî derneketin, mixabin ev derfeta dîrokî ji dest çû.

Jixwe, me Kurdan her ji ber neyekrêzî û nehevkariyê herdem wenda kirîye, ne tene wendakirina amacên siyasî, herweha nelihevbûna me derfet daye dijminan, ku li seranserê Kurdistan’ê hespê xwe bi dile xwe bajon.

Mehemed Emîn Zekî Beg, di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Kurd û Kurdistan’ê” da, êriş û qetlîamên  li dijî gele Kurd û Kurdistan’ê bi derbirînek hanowerî vedibêje û sedema herê mezin, neyekrêzî û nehevkarîya pêşengên Kurd dibêje.

Moxolan, Hûlagu, Cengîz, Tîmûr, Tirkên Oxuz û Roma li Kurdistan’ê kevir li ser kevir nehiştin, bi qetlîaman vana Kurdistan bûbû gola xwînê.

Paşê, serdema Safewî û Osmanîyan hat, nêzikî çarsed salan di navbera herdû dewletan da Kurdistan bûbû qada şer, parek mîr û serokeşîrên Kurd ligel Safewîyan para mayî jî ligel Osmanîyan cî digirtin, yên ku dihatin kuştin Kurdbûn, ceng li welatê Kurdan bû, di berjewendiyên herdu împaratorîyan da.

Ji wê deme va qetbûnek kûr ket nav civata Kurd û hêj îro jî, tovê qetbûnê li ber yekrêzîya tevgera Kurd kelem e, him jî kelemek metirsîdar.

Ev qetbûn, belawela bûn, li ser amancên neteweyî neyekrêzîbûn, ne tenê derfeta bi Peymana Sêrves’ê derket ji dest çû, herweha kurtêlên Peymana Lausannê jî nehatin fam kirin, derfetên hiqûka navdewletî nehat bi kar anîn.

Bo mînak, hinek xalên Peymana Lausannê hene, ku taybetî bona parastina nasnameyê û bi kar anîna zimanê Kurdî gellek girîng in.

Di hela din da, Peymana Lausannê, peymana damezrînerê Dewleta Tirkîyê ye û Beşe III’em yê Peymanê bi amancê maf û parastina kêmjimaran hatiye tanzim kirin.

Ji roja ewil va rayadarên Tirk, peyva “kêmjimaran” bona “civatên nemisilman” şîrove dike; beşik, di Peymanê da piranîya xalan bona civatên nemisilman hatine tanzîm kirin, lê di van xalan da hinek bend jî banekê avadikin, bigiştî bona kêmjimaran.

Hinek xalên Peymanê bona ziman û çanda kêmjimaran gellek girîng in.

Bêguman, gele bakurê Kurdistan’ê li welatê xwe ne kêmjimar e, lê eger ev xalên Peymanê bikar bihatana, pişavtin (asimilasyon) ewqas bi hêz nedibû, parek ji gele Bakur, ji nasname, ziman û çanda xwe dûr nediket.

Bo mînak, di xala 37an da hatîye tanzîm kirin, ku “Tirkîyê lixwedigre (teahût), ku ji xala 38an heta xala 44an, wekî zagonên bingehî dipejirîne, ti zagon, ti destûrname, ti rêzikname û ti karûbar û kirarî li dijî van xalan, an bi van xalan va nakok nabin û ti ji vana ne sergewarê (li ser) van xalan e.”

Herweha, di Peymanê da Tirkîyê, parastina jîyan û azadiyê jî lixwedigre, lê em dizanin ku heta îro siyaseta dewletê berevacî vê ye.

Xala 38an weha hatîye tanzim kirin, “Hikûmeta Tirk lixwedigre, ku hemû kesên li Tirkîyê niştecî ne, zayîn, aîdbûna civatekê (netewe, nationalite), ziman, nîjad an bi olî ti cûdatîyê neke navbera vana, jîyan û azadîya wana tam û bêkêmayî biparêze.”

Naveroka vê xalê û siyaseta dewleta Tirk ya li ser erde bidin berhev, ka encam çawa dibe?

Taybetî, bona zimên û çand, herweha peywendiyên civakî dîsa Peyman di xala 39an û benda (d) da weha dibêje, “Her yek ji rajerîyên (teba) Tirk, di peywendiyên taybetî û bazirganiyê da, di kare olî da, di medya an her babet weşan û civînên vekirî (li rayagiştî) da dikane her zimanî bikarbîne, liber karanînê ti asteng dê neyên kirin.”

Heçku, em dizanin ku gellek caran zimanê Kurdî hat qedexe kirin, kesên bi zimanê Kudî diaxifîyan dijhatin ceza kirin, lê mixabin tene yek serlêdan jî tine ye li dijî vê nîjadperestîyê, li bakurê Kurdistan’ê.

Di heman xalê da, benda (e) jî weha hatiye tanzim kirin, “ Her çiqas zimanê fermî yê dewletê hebe jî, rajerîyên bi zimanekî din diaxifin, bona zimanê xwe di dadgehan da devkî bikarbînin, her babet gengazî divê bên temin kirin.”

Gelo heta çend salan berê, rewş çawa bû, demekê jî divê bertawan bi kîsikê xwe werger temin bikira, paşê bawerim hat îptal kirin, ji ber ku li dijî Peymanê bû, hiqûknasan rayedarên dewletê haydar kirin.

Disa di xala 44an da Tirkîyê lixwedigre, ku  eger di navbera wê û ji dewletên endamên Koma Neteweyan yekî va, an bi dewletên îmzeavêj yekî va li ser mijarekê nelihevkirinek, nakokîyek rû bide ev, bi ya Destûra Komela Neteweyan xala 14an dibe mijarek navdewletî, layê din bixwaze dikane bere ber Dîwana Dadê ya Navneteweyî. Biryara Dîwanê misoger e (katî).

Ev xal û xalên din gellek girîng in, bona serlêdana saziyên navneteweyî, taybetî ligel dewletên îmzeavêj, lê mixabin heta îro derfdeta hiqûkî nehat bikar anîn.

25.07.2016/Dusseldorf  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin