LORISTAN/ Hejmara qurbanîyan gihişte 15 kesan

LORISTAN/ Hejmara qurbanîyan gihişte 15 kesan

Rêveberê Giştî yê Pizîşkiya Dadê ya Parêzgeha Loristanê, Hemîdriza Nezîfî dibêje, hejmara qurbaniyên lehiyê yên wan çend rojan li vê parêzgehê gihîştiye 15 kesan.

A+A-

Rêveberê Giştî yê Pizîşkiya Dadê ya Parêzgeha Loristanê, Hemîdriza Nezîfî dibêje, hejmara qurbaniyên lehiyê yên wan çend rojan li vê parêzgehê gihîştiye 15 kesan.

Hemîdriza Nezîfî daye xuyakirin, bi sedema lehiyê, 3 kes li bajarê Xurem Ava ya navenda parêzgeha Loristanê, 2 kes li bajarê Kohdeştê, 2 kes li bajarê Pulduxterê, 3 kes li bajarokê Çigenî û kesek li Dolfanê û kesekî din jî li bajarê Durûdê canê xwe ji dest dane.

Zêdetirîn hejmara qurbaniyên lehiyê li parêzgeha Fars a bi navendiya bajarê Şîrazê bûye. Roja 25ê Adarê li Şîrazê 22 kes bi sedema lehiyê canê xwe ji dest dabûn.

Herwiha li parêzgehên wek Gulistanê 7 kes, li Mazenderanê 5 kes, li Xorasana Bakur 3 kes, li Kohgîloyê û Buyir Ehmedê 3 kes û li her yek ji parêzgehên Kirmaşan, Sine, Îlam, Xûzistan, Hemedan, Simnan, Xorasana Rezewî, Qezwîn û Zencanê, kesek bi sedema lehiyê canê xwe ji dest dane.

Tevî wan daneyên fermî, ji hin çavkaniyên xwecihî ve hin zanyarî hatine belavkirin ku di lehiyên du rojên bihorî de li bajarê Pulduxter ê Loristanê gellek welatî canê xwe ji dest dane, lê hêj bi awayekê fermî ew yek nehatiye piştrastkirin.

Herwiha li ser lehiyên van du rojan, çend vîdeo jî li ser torên civakî hatine belavkirin ku têde derdikeve ku ava rûbarê Keşkan gellek bilind bûye û çendîn taxên bajêr di bin avê de mane û ji ber bilindiya asta avê û bihêziya lehiyê, çendîn xanî û avahî li vî bajarî diherrifin.

Rêveberiya Seqayê ya Îranê jî ragihandiye, piştî çend roj barîna bihêz a berf û baranê, îro Çarşemî 3ê Nîsanê rewşa seqayê li wî welatî hinek cêgîr bûye, lê belê hêj piraniya navçeyên parêzgehên Loristan, Xûzistan, Gulistan û hinek navçeyên parêzgehên Îlam û Kirmaşanê û çend bajarên din di bin bandora lehiyê de ne.

Cîgirê Parêzgarê Loristanê yê ji bo karûbarên avedankirinê, Ehmed Muradpûr jî îro ragihand, li gor nirxandinên destpêkê, bi sedema lehiyê zêdetir ji trîliyonek û 500 milyar tûmen zirar gihîştiye kerta giştî ya vê parêzgehê, ji bilî wan zirarên ku gihîştine ber mal, dikan, zewiyên çandinî û darayiyên xelkê ketine.

Rêveberê Giştî yê Rêyên Parêzgeha Loristanê Ebas Şerîfî jî dibêje, heta niha rêyên piraniya gundên bajarên Birûcêrd, Ezna, Durûd û herwiha rêya beşek ji gundên Xurem Ava, Pulduxter û Kûhdeştê hatine girtin û hêzên hawarçûnê nikarin xwe bigihînin wan gundan.

Av li nav bajarên Pulduxter, Kûhdeşt û hinek navçeyên Xurem Avayê her maye. Li wan navçeyan xwarin weke pêwîst bi dest xelkê nakeve û hejmarek ji welatiyan, bi sedema ku lehiyê malên wan birine, bê cih mane.

Rêveberê Giştî yê Avê yê Loristanê jî ragihandiye, ava zêdtir ji 440 gundên wê parêzgehê qut bûye û xelkê ava vexwarinê bîne. Herwiha elektrîka zêdetir ji 100 gundan jî qut bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin