London: Ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hat kirin

London: Ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hat kirin

.

A+A-

Londona paytexta Îngilîstanê jibo piştgiriya xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hat kirin.

Li navenda bajarê Londonê selikek hatiye danîn û jin pora xwe dixinê. Bi vî karî jî hevsoziya xwe bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tînin ziman ku piştî mirina Jîna Emînî dest bi nerazîbûn û xwepêşandanan kirine.

Çalakvan Meryem Nemazî dibêje “Me navê wê kiriye `Por Bo Azadiyê`. Bi vê rêyê me xwest ew jinên ne Îranî ne bikaribin hevsoziya xwe bo şoreşa jinan ya li Îranê bînin ziman.”

Xwepêşander ji bo bikaribin wê sînordariyê pêşan bidin ku desthilata Îranê daniye ser azadiya jinan, bi çavê girtî semayê dikin. Li ser sînga her yekê ji wan jî wêneyekî Jîna Emînî yan yeke din ji wan keçên di xwepêşandanan canê xwe ji dest daye, heye.

Xwepêşanderekê got “Ev sembol e, ji ber Mehsa ku ji aliyê rejîma tundûtûjî ya Îranê ve hat kuştin, tenê hinekî pora xwe pêşan dabû. Bo piçek por, canê xwe ji dest da.”

Xwepêşandereke din wiha axivî “Jin dibêjin em ne dîn in, am azad in, hun nikarin laşê me kontrol bikin.”

Ji 16ê Îlonê xwe xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kirine; desthilatê jî hemû hewlên xwe xistine tevgerê bo tepeserkirina wan dengên nerazî.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, zêdeyî 300 xwepêşander hatine kuştin û li gor amarên ne fermî jî, 402 xwepêşander hatine kuştin ku 58 kes ji wan zarok in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin