Lloyd Austin: Putin dest ji kontrolkirina Kîevê berda

Lloyd Austin: Putin dest ji kontrolkirina Kîevê berda

.

A+A-

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin eşkere dike, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dest ji kontrolkirina Kîeva paytexta Ukraynayê berda û bêhtir ber bi herêma Donbas gavan diavêje.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin eşkere dike, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dest ji kontrolkirina Kîeva paytexta Ukraynayê berda û bêhtir ber bi herêma Donbas gavan diavêje.

Lloyd Austin ragihand, hîn encamên şerê Ukrayna zelal nebûye, fikra kontrolkirina Ukrayna û Kîevê bi awayekî bilez, ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hatiye dariştin, fikreke xelet bû.

Austin diyar kir, Putin dest ji kontrolkirina Kîevê berdaye, hewldanên xwe ber bi başûr û rojhilatê Ukraynayê biriye.

Li aliyê din, Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley ragihand, dibe ku şerekî gelek dijwar li başûrê Ukraynayê dest pê bike, çimkî artêşa Rûsyayê hêzên xwe li wê mîhwerê kom dikin, ev jî zelal nîne ku ev pêngava Putin çawa dê bi dawî bibe.

Mark Milley eşkere kir: “Washington 60 hezar sîstemên dije tank dane Kîevê, artêşa Ukraynayê bi vê rêyê ve wisa kir ku serbazên Rûsî ji şer paşve vekişin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin