Lloyd Austin dibe Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê

Lloyd Austin dibe Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê

.

A+A-

Joe Biden, Fermandarekî berê yê CENTCOMê  bo postê Wezîrê Berevaniyê berbijêr dike û eger Kongrês pesend bike, ew dibe yekem kesê reşpîst ku di dîroka Amerîkayê de ew post wergirtiye.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden roja Înê dê berbijêrê bo postê Wezîrê Berevaniyê aşkere bike û li gor medya Amerîkayê, Biden dê Lloyd Austin, Fermandarê berê yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) bo wî postî berbijêr bike.

Lloyd Austin di dema serokatiya Barack Obama de, Fermandarê CENTCOMê bû û heyamekê jî fermandariya hêzên Amerîkayê dikir li Rojhilata Navîn û niha xanenişîn e.

Austin 8ê Tebaxa 1958an li wîlayeta Alabama ji dayîk bûye, 41 sal ximzeta serbazî heye û 7 sal kêm in ku bibe Wezîrê Berevaniyê, lewma divê Kongrêsa Amerîkayê vê mijarê yekalî bike ka dê bibe wezîr an na.

Lloyd Austin di şerê Iraq û Efxanistanê de û piştî 2012an jî di dariştina stratejiya şerê dijî DAIŞê de rol hebû û xwediyê 17 xelatên serbazê yên rêzlêgirtinê ye.

Berbijêrkirina Austin ji aliyê medya Amerîkayê ve li ser zarê 4 berbirsên îdareya Biden hatiye piştrastkirin, lê heta niha Biden ew berbijêrê wî postî bi fermî ranegihandiye.

Pêşbirka li ser wergirtina wî postî di navbera Michele Flournoy û Lloyd Austin de bû. Eger Flournoy ew post wergirtiba dibû yekem jin di dîroka Amerîkayê de ku ew post wergirtiye û eger Austin wergire, ew jî dibe yekem kesê reşpîst ku di dîroka Amerîkayê de ew post wergirtiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin