Lîstika 'Peyvên Kurdî' bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latînî.

Lîstika 'Peyvên Kurdî' bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latînî.

.

A+A-

Ferhat yaşar/ Gazeteduvar

Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de peyvan hîn bibin, hilbijêrka zimanê din jî di nava lîstikê de heye. Ji bilî Kurdî, Tirkî, Inglîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Îtalî û bi zimanê Rûsî tê lîstin.

Lîstik ji peyvên Kurdî pêk tê. Heya niha 30 hezar peyv hatine bar kirin û wê her biçe, peyvên zêdetir lê bên barkirin. Endazyar Ferhat Baysal niha li gundekî Belçîkayê dijî, Baysal diyar kir wî vê lîstikê nû çêkiriye û dixwaze gelek berhemên bi vî awayî yên xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re bike. Baysal beriya niha lîsikên bi navê 'Pirs' jî weşandibû.

JI BO HER DÎTINA PEYVAN PÛAN TÊ DAÎN

Ferhat Baysal têkildarî şêwazê bikaranîna lîstikê van agahiyan da, Aplîkasyona 'Peyvên Kurdî' ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pûanan. Ji bo her dîtina peyvan pûan tê daîn. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe.

 

Yên ku dixwazin Kurdiya xwe pêş bixin dikarin bi lîstikan pêşbixin, di dawiya listikê de zimanê Kurdî bêtir tê hînbûyîn. Dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.

Li gorî zanyariyên ku Ferhat Baysal daye, lîstik nû hatiye barkirin û heya niha li ser Play Story gelek şîrove û gelek barkirin hatine kirin.

DU SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE HATIYE GIRTIN

 Ferhat Baysal li Stenbolê mezin bûye û ev nêzîka 4 salin li gundekî sînorê Belçika û Luxemurgê dijî. Baysal ji ber sedemên polîktik çû ye Belçîkayê. Niha li wir mahkûmekî polîtik e û nikare vegere Tirkiyê. Ji ber ku beriya niha 2 salan di Girtigeha Edirne ya F Tipi de hatibû girtin.

'JI DIZAYNÊ HEZ DIKIM'

Baysal dibêje niha li vir derfetên min pir zêde hene. Ji ber vê sedemê bêtir dikarim projeyên xwe pêk bînim. Jixwe ji zarokatiya xwe heya roja me bi karê nivîsbariya kompîterê re mijûl dibim. Lê ev 3-4 salên ku li Belçikayê diçim perwerdehiyê û di ber de jî karê xwe dikim. Ji bilî vê yekê ji dizaynê pir hez dikim, dizayna dijital beşeke ku pir jê hez dikim. Dema ku ez nivîsbariya aplîaksyonan diqedînim dizayna aplîkasyonê jî bixwe çêdikim.

'HETA DESTÊ MIN WERE EZÊ PROJEYÊN DERBARÊ KURDÎ ZÊDE BIKIM'

Baysal wiha behsa xebata xwe dike: “Bala min pir li ser Kurdî heye. Ji ber ku zimanê min ê dayikê bi Kurdî ye. Lê cihê niha lê dijîm jî cihekî wek bajêrê ku jê dayik bûm e pirzimaniyê. Li cihê ku dijîm Elmanî, Fransî, Flamanî, Ingilîzî, Luxemburgî û pir zimanên din tên axaftin. Ev jî li ser min bandorek çêkir ku lîstikeke bi 8 zimanan amade bikim. Û pir dixwazim Kurdî di aliyê dijîtal de pêş bikeve û di nav van zimanan de cihê xwe bigre. Niha bi vê projeyê gelek kesên xerib jî yê bi Kurdî agahdar bibin. Ev yek min pir kêfxweş dike û heya ji destê min were ez ê projeyên bi vî rengî yên di derbarê Kurdî de zêde bikim.”

Lînka aplîkasyona 'Peyvên Kurdî':

Video: https://youtu.be/Spku9UZtzHY

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin