Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê

Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê

.

A+A-

 Lîsteya torpîlê ya ku bi sozdanî karkeran girtine Şaredariya Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de derket holê. Di nav kesên girtine kar de xizm û nasên burokratên li bajêr jî hene. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye karkeran girtiye kar. Lîsteya karkerên ku bi torpîl girtine kar derket holê. Li gorî nûçeya Tîgrîs Haberê di meha kanûna 2020’an de kesên bi sozdanî girtine kar bi torpîlî pêk hatiye û ev kesên girtine kar xizm û nasên burokratên li bajêr in. 
 
NAVÊN KESÊN BI TORPÎL 
 
Di nav kesên wek karmendên sozdanî girtine kar de xwişka Midurê Bajarvaniyê yê Amedê Ûfûk Nûrûllah Bîlgîn, Ummu Gulsum Bîlgîn, Hevjîna Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketina Karacadagê Hasan Maral, Sevil Soysal Maral, hevjîna Midurê Çapemeniya Walî û Şaredariyê Ramazan Kizilkaya, Nazli Hilal Kizilkaya jî hene. Hat zanîn ku li gel van kesan gelek kesên din jî ku girtine kar.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin