Lirije Kajtazi: Kurdistan û Kosova dikarin nûnertîyan li cem hev hebin

Lirije Kajtazi: Kurdistan û Kosova dikarin nûnertîyan li cem hev hebin

Lirije Kajtazi, serkirdîyeke navdar a Kosovayê ye û her ji despêkê ve hezkirina xwe ya li hember Kurdan venaşêre û yek ji wan serkirdeyên din ên cîhanê ye ku matmayî mane bi wî şerê Kurdan ê li dijî DAIŞê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Lirije Kajtazi, serkirdîyeke navdar a Kosovayê ye û her ji despêkê ve hezkirina xwe ya li hember Kurdan venaşêre û yek ji wan serkirdeyên din ên cîhanê ye ku matmayî mane bi wî şerê Kurdan ê li dijî DAIŞê. Lirije Kajtazi, hevrê û hevsengerê Ibrahîm Rugova, bavê serxwebûna Kosovayê bûye. Kajtazi di vê hevpeyvîna li gel Rûdawê de behsa rewşa Kosovayê di warên aborî û civakî de, pirsgirêka navçeyên ku nakokî li ser heye û herwiha behsa serxwebûna Kurdistanê jî dike.

Rûdaw: We 12 sal berî niha serxwebûna xwe ragihand. Ji wê demê heta niha çaverêyên xelkê Kosovayê ji we, ji sîyaseta we guherine. Hûn çawa ji wê guhertinan têgihiştin?

Lirije Kajtazi: Ji serdema ragihandina serxwebûnê ve ew guherîne, niha xelk pêşveçûna aborîyê û jîyaneke baştir dixwazin. Herwiha ew jî guhertineke ku xelk têgihiştin, tenê nabe çaverêyî dewletê bin û ew jî tiştekê bo bikin. Ev jî beşeke ji wê proseya xweguncandin li gel binemayên Yekîtîya Ewropa ku bo endambûna di wê Yekîtîyê de, pêwîst e. Armanceke din a me karkirine li ser bihêzkirina rêzgirtina li hev di navbera pêkhateyên Kosovayê de. Em Albanî ku zorîneya rûniştvanên Kosovayê ne, gelek cudakarî di demên derbasbûyî de li hember me hatine kirin. Ji ber wê yekê em dixwazin wisa bikin nifşê piştî me wan cudakarîyan li gel pêkhateyên din nekin ku di rabirdûyê de li hember me hatine kirin.  

Em çûne bakurê Kosovayê ku weke navçeyeke nakokî li ser heye tê dîtin û Albanî û Sirbî tê de dijîn. Em dizanin guhertinên bingehîn û avedankirinên mezin li Kosovayê pêk hatine, lê li wê navçeya ku Sirbî lê dijîn me hest bi wê kir rewşeke wiha nîne û hatîye paşguhkirin. Sedema vê yekê çi ye?

Weke min got, li hemberî me bi xwe jî cudakarî hate kirin, ji ber wê yekê em naxwazin cudakarî li gel ti kesî bê kirin. Her bo wê jî, mafê hemû pêkhateyên me di destûrê de hatîye çespandin. Ya rastî em cudakarîya erênî dikin û me kota bo hemû pêkhateyan danîye û kursîyên wan tên parastin. Wate ji bo ku ew xwe li gel civaka Kosovayê biguncînin mafên zêdetir me bi wan dane. Jibilî di destûrê de ew hatîye çespandin ku guhertinên bingehîn li welat bêyî rizamendîya du li ser sê ya wan pêkhateyan nikare derbas bibin.

Rast e di destûrê de ew maf hatine çespandin, lêbelê peroşa hemû pêkhateyan bo rewşa aborî û jîyaneke baştir e, gelo tu di wî warî de geşbînî bi paşeroja Kosovayê?

Min xwe bayolojîst im. Min lêkolîn jî kirîye li ser wan dehfderên wisa dikin çendîn cûreyên bûnewer cihê jîyana xwe biguherin bo rewşa xwe baştir bikin. Li alîyê me sedemên paşketina geşeya aborîyê gelek nînin. Yekem ew e ku em di qonaxa piştî şer de ne. Bo wê jî ne tenê di warê fizîkî de, lê di warê derûnî de jî xelkê me zîyanmend bûne û hîn şîyana wan nîne bilez xwe pêş bixin. Herwiha di serdema şer de, jêrxaneya Kosovayê hat wêrankirin û tiştekî me nema. Em niha di qonaxa binyatdanîna wê jêrxaneyê de ne. Sîstema me ji takehêzîyê guherî bo firehêzî û demokrasîyê ku weke hûn dizanin vê yekê derencama xwe heye. Herwiha taybetkirina sektorên cîyawaz, vê yekê karîgerîya xwe hebûye. Ew ê bizanin ku bi sîstema sosyalîzmê li vê derê hemû tiştek mulkê dewletê bû. Herwiha aborîya malbatî gelek bihêz bû. Vê yekê jî wate nebû ku wê ku tenê rewşa jîyana malbatekê baş be, hemû ew ên derdora wê bûn û heta ew bajar û gundê ku lê dijîyan jî ji dewlemendîya malbatên mezin sûdmend dibûn. Niha ew nemaye û ew cûre malbat koçber bûn bo Ewropayê û cihên din. Herwiha êdî malbat li gel hev najîn û asta pêwîstî û çaverêyên wan ji jîyanê bilintir bûye. Em jî berê weke Kurdistanê bûn û jinên me rolên mezin hebûn di birêvebirina malbat û bihêzkirina aborîya malbatê de. Herwiha ji ber ku em di qonaxa temamkirina pêkanîna dewletê de ne, gelek kes divê bên fêrkirin ku rêz li yasa û dewletê bigirin. Ew a em niha dikin çakkirina hemû wan tiştan e û handana weberhênan e bo ku zêdetir berê xwe bidin Kosovayê û vê rewşê biguherin. Ji ber wê yekê ez geşbînim. Ji ber ku me ciwanên xwendekar pêkanîne û şîyaneke mirovî ya gelek baş me heye. Me samanên sirûştî hene. Astengîyek ku hebe li ber me,cûreyê peywendîyên li gel cîranan e. Bo nimûne welat heye niha jî Kosovayê weke beşek ji xaka xwe dizane û îtîrafê bi serxwebûna Kosovayê nake.

Dizanim behsa Sirbia dikî, pirsa min jî li ser wê ye. Demên derbasbûyî li Montênegroyê bûm û min dît çawa wan bi jihevtêgihiştin li gel Sirbia di nav aştîyê de cûda bûne. Di encama vê de jî, bûne endama Netewên Yekgirtî (NY) û NATOyê, lêbelê ji ber ku bêyî jihevtêgihiştinê li gel Sirbiayê we serxwebûna xwe ragihand, hûn ne endamên Netewên Yekgirtî ne û heta bo we nabe ku we kompanîyên xizmetgûzarîya telefonan jî hebin û hûn ji Monacoyê bi kirê werdigirin. Çima li gel Sirbiayê li hev nakin?

Me ji alîyê xwe ve her tiştek kirîye û ew alîyê beramber e ku vê yekê naxwaze. Em hewl jî didin ku wisa nemîne. Li vê derê kenîseya Sirbîyan heye û partîyên Sirbî hene. Heta wiha lê hatîye Sirbia bi xirabî sûd jê werdigire û karîgerîyeke xirab li ser hinek xelkê pêk tîne li nav Kosovayê bo ku geşestandina vê derê rawestîne. Herwiha li ser asta navdewletî jî bo me pirsgirêkan çê dikin. Bo nimûne, nahêlin em bibin endama INTERPOLê û ji ber hindê em nikarin di meseleya qaçaxcetîya bi mirov a li ser sînoran weke pêwîst alîkarîya hev bikin.

Tu jineke xebatkar bûyî û weke têgihiştim derbarê Kurdan de jî gelek tiştan dizanî. Şoreşên Kurdistanê li ser Kosovayîyan û bi taybetî jî li ser te çi karîgerî hebûn?

Min di salên 80yî de, derbarê Kurdistan û şoreşên wê de tişt dibihîstin. 1981an me yekem xwepêşandan û serîhildan bo serxwebûna Kosovayê dest pê kir. Ji ber ku wê demê me tenê hikmê zatî hebû. Wê demê bavê min behsa Kurdistanê bo min dikir. Wî digot hejmara wan zêde ye û dewleta wan nîne û weke me ew jî ji bo azadîyê hewl didin. Piştre ku min dest bi xwendinê kir, min dît ku Kurd û Kosovayî weke hev li jêr destê Osmanîyan bûn. Dema  ku min beşdarî di xebata rizgarkirina Kosovayê de kir, rêz û hezkirina min bo wan gelên li pey azadîya xwe zêdetir bû. Ji ber ku em gihiştine mirada xwe, hêvîya wê dixwazim Kurdistan jî serbixwe be û bibe xwedîyê dewleta xwe, heta ku bikarin beşdarîya karîgertir di pêşxistina cîhanê de bikin.

Lêbelê Sirbia nikare rê li we bigire ku hûn konsolxaneya xwe li Kurdistana azad vekin û e Kurdistan jî nûnertîya xwe hebe li Kosovayê. Çima ev pêk nayê?

Vê meselê peywendî bi dem û pêwîstîyê heye. Ji ber ku niha jî li gelek welatan ku îtîraf bi serxwebûna Kosovayê nekirine, balyozxaneya me nîne. Em li parlamentoya Kosovayê kar li ser wê dikin, peywendîya me çawa li gel wan gelan hebe ku hewl ji bo azadîya xwe didin. Dibe ku baş be eger ji alîyê Kurdistanê ve destpêşxerîyek bê kirin û li derîyê parlamentoya Kosovayê jî bê dayîn, ji ber  ku dibe konsolxane û nûnertî li herdu alîyan hebin.

Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin