Lindsey Graham: Em naxwazin têrkî YPGê bikin

Lindsey Graham: Em naxwazin têrkî YPGê bikin

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham piştî civîna ligel Trump ya bi senatorên Komarîparêz re, li ser hevkariya bi YPGê daxuyakirin ku lazim e Amerîka terka hevpeymanên şerê têkbirina DAIŞê ligel wan kirine kirine nede.

A+A-

Graham destnîşan kir ku ew naxwazin terka YPGê bidin, lê ew dixwazin ji bo metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê rêyeke lihevkirinê bibînin.

Graham herwiha diyar kir ku ew ji fikarên Tirkiyê yên ewlekariyê têdigihe û got, "Ev demeke dirêj e vê dibînim. Em naxwazin terka hevpeymanên xwe yên bi dijminekî tirsnak DAIŞê re li wir şer kirine, bidin. Lê ez ji pirsgirêkên Tirkiyê yên bi hin pêkhateyên YPGê re jî têdigihim. Hêvîdarim em rêyekê bibînin ku Tirkiye di warê ewlekariyê de xwe bi ewle hîs bike. Ji bo li ser van biaxim dibe biçim Tirkiyê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin