Lîbyayê li hember Tirkiyê bergiriyan digire

Lîbyayê li hember Tirkiyê bergiriyan digire

Berdevkê Parlamentoya Lîbyayê ragihand ku Tirkiye hewl dide îstiqrara Lîbyayê xirab bike, çekan vedugezîne û weşanên ku dike ciwanên Lîbyayî ji rê derxe belav dike.

A+A-

Parlamentoya Lîbyayê amadehiyan dike ku li dijî Tirkiyeya ku çekan vediguhêze wî welatî, bergiriyan bigire. 

Berdevkê Parlamentoya Lîbyayê Fatîh el Maryamî Tirkiye bi hewla xirabkirina îstiqrara Lîbyayê tohmedbar kir û got Parlamentoya Lîbyayê dê hi bergiriyan li dijî Tirkiye werbigire lewre Tirkiye hewl dide îstiqrara wî welatî xirab bike, ji bo vê jî çekan vediguhêzê û weşanên wisa di nav ciwanan de belav dike ku wan sor bike û tovên kaosê diavêje.

Di meha Kanûna 2018an de jî Fermandariya Artêşa Lîbyayê bi tohmeta veguhestina çek û teqemeniyan ên ku eger heye di êrîşên terorî de bêne bikaranîn sûcdar kiribû. Li gor daxuyaniya Artêşê, di meha kanûnê de Artêşa Lîbyayê li bendera Homsê 2 partiyên mezin ên çek û cebilxaneyan tespît kiribûn ku ji Tirkiyê hatibûn veguhestin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin