Li Zaxoyê PKKê êrîş bir ser artêşa tirk

Li Zaxoyê PKKê êrîş bir ser artêşa tirk

Endamên PKKê doh sibê êrişî baregeha leşkerî ya bi nave Girêbiyê li nêzî navçeya Batîfayê ya Zaxoyê ya Artêşa Tirkiyeyê kiribûn. Li gorî zanyariyan, di encama êrişê de gelek kuştî û birîndar çêbûne.

A+A-

Li gor Sputnikê di encama êrişa endamên PKKê ya ser baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê de, nêzî 30 leşkerên tirk hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Kesên birîndar ji bo dermankirinê veguhestine Tirkiyeyê.

Herwiha çavkaniyê destnîşan kir ku nêzî 150 leşkerên tirk li baregeha leşkerî ya Girêbiyê hene.

Di encama êrişa doh ya endamên PKKê de tankek û wesayîteke zirxî hatine şewitandin û ziyaneke mezin gihîştiye baregehê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin