Li Yewnanistanê belgefîlma Yilmaz Guney hat xelatkirin

Li Yewnanistanê belgefîlma Yilmaz Guney hat xelatkirin

Li Yewnanistanê belgefîlma di derbarê jiyana Yilmaz Guney de hat xelatkirin.

A+A-

Li girava Meis a Yewnanistanê di navbera 26ê Tebaxê-2ê Îlonê 3. festîvala fîlman a Beyond the Borders hat lidarxistin.

Belgefîlma di derbarê Yilmaz Guney de a bi navê The Legend of the Ugly King xelata Baştirîn Belgefîlma Dîrokî wergirt. Ew belgefîlm ji aliyê Derhenêrê Kurd Huseyîn Tabak ve hatiye çêkirin.

Belgefîlma (The Other Side of Everything) a ji Sirbistanê jî xelata Baştirîn Belgefîlma Sosyo-Polîtîk wergirt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin