Li Yemenê, ji ber şerê navxweyî heta niha 233 hezar kes hatine kuştin.

Li Yemenê, ji ber şerê navxweyî heta niha 233 hezar kes hatine kuştin.

.

A+A-

OCHA: Li Yemenê ji ber şer heta niha 233 hezar kes hatine kuştin

Li gor Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand, li Yemenê ji ber şerên ji 2015an vir ve didomin, 233 hezar kesan can dane û hejmara mirinên ji ber cengê gihiştiye asteke krîtîk. Herwiha divê li wir demildest agirbest were ragihandin.

Li Yemenê di navbera hêzên Hikûmetê û serhildayên Husî yên bi piştgiriya Îranê, pevçûn çêdibin. Sana ya paytext û hin herêmên din ji 2014an vir ve, di destê Husîyan de ne. OCHA destnîşan kir, pevçûnên li Yemenê di sala 2020an de gur bûne û bi tenê îsal 1500 sîvîl hatine kuştin.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Siudî, ji Adara 2015an vir ve li dijî Husîyan piştgiriya hêzên Hikûmeta Yemenê dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin