Li Yemenê êrîş; 32 kes mirin!

Li Yemenê êrîş; 32 kes mirin!

Li bajarê Aden a Yemenê, li ser biryargeha El-Cela di dema merasîma leşkerî de du êrîş pêkhatin û li gor agahiyên destpêkê 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.

A+A-

Li bajarê Aden a Yemenê, li ser biryargeha El-Cela di dema merasîma leşkerî de du êrîş pêkhatin û li gor agahiyên destpêkê 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Yemenê, li bajarê Adenê li ser yekîneyên Hizam Emnî yên welatê Mîrgehên Ereban ango Îmarat jî piştevaniya wê dike êrîş pêkhat û herî kêm 32 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Di êrîşa Husiyan de hat ragehandin nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de, ji fermandarên Hizam Emnî Munîr El Yafî jî heye.

Li gor daxuyaniya Husiyan jî êrîş bi rêya balefirên bê mirov û bi mûşekên balîstîk ve pêkanîne.

Etiket : , ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin