Li Xaneqînê teqîn

Li Xaneqînê teqîn

Îro danê sibê li bajarê Xaneqînê û li ser rêya sereke ya Lîwaya Heşt a Bejayî ya Pasevaniya Sînor bombek teqiya û di encamê de polîsekî canê xwe ji dest dan.

A+A-

Li gorî Rûdawê, li ser rêya sereke ya Lîwaya Heşt a Bejayî ya Pasevaniya Sînor li Xameqînê otomobîleke bombekirî teqiya ye.

 

Rêveberê Polîsê Xaneqînê, Eqîd Diyar Şewket di daxuyaniyekê de ragihand: “Îro danê sibê polîsek ku aşpezê lîwaya heşt a pasevaniya sînor li Xaneqînê ye, ji ber teqîna otomobîla xwe, canê xwe ji dest daye.”

 

Diyaq Şewket herwiha got: “Heta niha diyar nîne, ku ew bombeya ku bi otomobîlê ve teqiya ye, bombeya çandî bûye yan jî bombeya pêvekirî.”

 

Rêveberê Polîsê Xaneqînê herwiha diyar kir, cihê bûyerê nêzîkî gundê Emîn Bapîr eû niha hêzên polîs li cihê bûyerê belav bûne û dest bi lêkolînê kirine.

 

Derbarê vê pirsê de, ku gelo ev bûyer terorîstî ye yan jî arîşeyeke civakî bûye, Rêveberê Polîsê Xaneqînê da xuyakirin: “Hêj nayê zanîn, lê belê em dizanin ku çekdarên DAIŞê li navçeyê hene.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin