Li Xaneqînê du kurdên Kakeyî hatin revandin

Li Xaneqînê du kurdên Kakeyî hatin revandin

Li gundekî bajarê Xaneqîn du cotkarên kurd ji alîyê çekdarên nenas ve hatin revandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsê polîsê Xaneqîn, Dîyar Şewket ji BasNewsê re got, şeva borî li gundê Elî Axa, ku dikeve navbera bajarên Xaneqîn û Kelarê, du cotkarên kurd ji alîyê çekdarên nenas ve hatin revandin.

Wî efserê polîs da zanîn, ew çekdarên ku cotkarên han revandine, kincên serbazî li ber kiribûn.

Bi gotina berpirsê polîsê Xaneqînê, ew cotkarên ku hatine revandin, kurdên Kakeyî ne û nayê zanîn çima û ji alîyê kê ve hatine revandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin