Li Wêjegeh Amedê wê behsa Wezîrê Eşo bikin

Li Wêjegeh Amedê wê behsa Wezîrê Eşo bikin

.

A+A-

Bernameya Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê li Wêjegeh Amadê wê bi Wezîrê Eşo dewam bike.

Bernameya Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê li Wêjegeh Amadê wê bi Wezîrê Eşo dewam bike.

Bernameya navborî wê 31ê Adarê roja çarşemê saet 21.00ê li ser hesabê Wêjegeh Amedê ê Youtube-ê bi awayekî zindî pêk were.

Salihê Kevirbirî wê di bernameyê de pirsan ji Mîdîa Wezîrê Eşo û Karîna Wezîrê Eşo, keçên wî û Letîfê Rostemê, neviyê wî bike.

Derbarê Wezîrê Eşoyî de

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1ê Mijdara sala 1934an li paytexta Gurcistanê-Tiblîsê ji dayik bûye. Xwendin û perwerdeya xwe a destpêkê di dibistanên gundê xwe û ên Tibilîsê de bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî anîye. Sala 1958an Fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê a Dîrokê xilas kiriye. Salên 1961-1963an li Lenîngiradê (niha Petersbûrg) di beşa Kurdzanîyê de a Înstîtûta Rojhilatzanîyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994an wekî redaktor, serrerastkir û kontrolkirekî çapemenîya Ermenîstanê ê sereke, her wisa jî wekî redaktor û

wergêrê beşa weşanên bi Kurdî a Radyoya Ermenîstanê li wî welatî; Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne. Ji sala 1995an hetanî niha li Paytexta Bêlcîkayê; Bruselê dimîne û diafirîne. Gelek gotar û raporên wî ên bi taybetî li ser pirsên Kurdzanîyê û li ser Kurdzanan, li ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtîya Sovyetê û Ermenistanê bi şiklê lêkolînên zanyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenistanê, Rûsyayê, welatê Ewropayê û Herêma Kurdistanê a Federal de bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin.

Wezîrê Eşo, gelek berhemên nivîskarên Ermenî ên klasîk û hemdem ên pexşanê bi giranî ên li ser jîyana Kurdî û qehremanên Kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê Rûs ê mezin Arkadî Gayîdar a bi sernavê Têmûr û Koma Wî hatiye wergerandin li ser Kurdî û di beşa pirtûka fêran a Zimanê Kurdî de hatiye bicîkirin. Wezîrê Eşo, di radyoya Yêrêvanê de ew pir salan şêwirmendê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radyoyê de ên li ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî. Du şanoyên radyoyê jî li ser bingeha serhatîyên wî bi xwe ên bi sernavên Tîgran û Mehmûd û Koçekê Derewîn hatine amadekirin. Lê komedîya Wezîrê Eşo a bi sernavê Remo, Şemo, Temo û Lawik çend salan li ser dika Tîyatroya Elegezê a Kurdî a gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandan.

Berhemên wî ên sereke ev in; Mizgînî, Xebera Dosta, Dengbêj Kal Bûbû, Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî (werger), Pamp-Sîpan, Dosya Barzanî Di Sandoqa Stalîn a Polayî De, Parîyê Berdemayî, Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo, Zargotinzanê Kurd ê Mezin.

Berhemên wî

Sîber, roman, Lîs, 2016

Qirme, roman, Lîs, 2016

Îtibarî, novel, Lîs, 2016

Hosta Hovhannes, novel, Lîs, 2016

Tosinê Ûşan, roman, Lîs, 2016

Kilam û Pênûs, Lêkolîn, Lîs, 2018

/Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin