Li Wanê qedexeya 999 rojan!

Li Wanê qedexeya 999 rojan!

Li Wanê ji 21yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û heta niha bi hinceta ewlehiyê hemû çalakî û bernameyên protestoyî hatibûn qedexe kirin. Ev biryar di 12ê Tebaxê da careke de hatin dirêj kirin ku li ser hev 999 roj in çalakî qedexe ne.

A+A-

Li Wanê ji 21yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û heta niha bi hinceta ewlehiyê hemû çalakî û bernameyên protestoyî hatibûn qedexe kirin. Ev biryar di 12ê Tebaxê da careke de hatin dirêj kirin ku li ser hev 999 roj in çalakî qedexe ne.

Li Wanê piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê bi sedema ragihandina Rewşa Awarte, 21ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê biryara qedexeya hemû çalakî û bernameyên protestoyî hatibûn qedexekirin. Ev biryara Walîtiya Wanê 999 roj in ku berdewam dike. Walîtiyê her ji 15 rojan carekê biryara xwe nû kiriye ku herî dawî 12ê Tebaxê bi heman armancê biryar dabû.

Bedia Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û mafparêz, got ku ji roja pêşiyê ya biryara qedexeyê heta niha, li bajêr sê walî hatine guhertin.

Ozgokçe Ertanê diyar kir ku biryara qedexeyê her ji 15 roj an carekê bi heman metnan tê dirêjkirin û bi van biryaran azadiya xweîfadekirinê û ya ramanê tê astengkirin.

“Rewşa Awarte bi dawî bû lê qedexe bi dawî ne bû”

“Ev pêvajo bi Rewşa Awarteyê dest pê kir. Rewşa Awarte bi dawî bû, lê zêdetirî salekê ye ku qedexe berdewam dike.

“Ev biryar bi taybetî ji bo beşekê hatiye standin. Lewre car caran em dibînin ku hin kom li bajêr çalakî û bernameyan pêk tînin. Li dijî wan ti biryareke qedexekirinê nîne. Lê çi gava ku em bixazin ramanên xwe bînin ziman ango çi gava ku em bixwazin daxuyaniyekê bidin, tên astengkirin.

“Li Wanê daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl 999 roj in ku tên astengkirin.

“Ne mimkun e ku em vê feraseta qedexekar qebûl bikin. Cihê ve ne di yasayan de ne jî di Destûra Bingehîn de heye. Lê di pratîkê de her ji 15 rojan carekê bi rêk û pêk biryar tê dayîn û li Wanê çalakî, bername û daxuyaniyên çapemeniyê tên qedexekirin.

“Ji roja pêşiyê ya biryara qedexeyê heta niha li bajêr sê walî guhertiye lê di warê qedexeyan de ti tiştek neguhertiye. Di bingeha wê de biryareke cidaxwaz e. Divê demildest bi dawî bibe.”

Etiket : ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin