Li Wanê qedexe

Li Wanê qedexe

Walîtiya Wanê biryar daye ku ji îro pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin.

A+A-

Walîtiya Wanê biryar daye ku ji îro pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin.

Walîtiya Wanê biryar daye ku ji îro pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin. Wezareta Karûbarên Navxweyî biryar girtibû ku li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn û Amedê, Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî ji wezîfeyê dûr xistibû û li şûna wê qeyûm tayîn kiribû.

Biryar di malpera fermî ya Walîtiya Wanê de hatiye weşandin û hatiye gotin ku 10ê Îlonê jî tê de ji bo 15 rojan li nava sînorên Wanê meş û civînên li derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û vekirina standan jî tê de her cure çalakî û bername hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji bo “pêşî li ber êrîşên li bajêr bê girtin” ev biryar hatiye standin.

Li Mêrdîn û Amedê biryarên qedexeyan berdewam dikin

Di 19ê Tebaxê de Wezareta Karûbarên Hundir aşkere kiribû ku şaredarê bajarê mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin.

Piştî vê biryarê di 20ê Tebaxê de li Mêrdînê ji bo 30 rojan, li Amedê jî ji bo 15 rojan biryara qedexeyê hatibû standin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin