Li Wanê hejmareke kursên zimanê Kurdî hatine vekirin

Li Wanê hejmareke kursên zimanê Kurdî hatine vekirin

.

A+A-

Li parêzgeha Wanê li Bakurê Kurdistanê hejmareke kursên fêrkirina zimanê Kurdî hatine vekirin. Kursek ji wan ji aliyê Mamosta Gernas ve hatiye vekirin ku bixwe xelkê Şirnexê ye û li Wanê destûra vekirina kursa zimanê Kurdî wergirtiye.

Mamoste Gernas ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotiye, destpêkê xwendekar gelekî kêm bûn û ew pir li ber ketiye, lê niha ji ber xwesteka zêde li ser fêrbûna zimanê Kurdî, ew neçar bûye xwendekarên xwe ku 60 kes in, bi ser 2 grûpan de dabeş bike. Kursa duyemîn piştî meheke din destpê dike, lê ji niha ve nivîsandina navan destpê kiriye.

Li navendên perwerdeya gel ku ser bi şaredariyan in bo vekirina kursa Kurdî divê mamostayekî Kurdî daxwazê pêşkêş bike û bi kêmanî 12 xwendekarên wî hebin. Ew mamoste dibêje, herçiqas pirsgirêka damezrandinê ya mamostayên Kurdî heye, lê divê êdî wiha ranewestin û di vekirina kursên zimanê Kurdî de destpêşxer bin.

Di sala 2011ê de Beşê Xwendina Ziman û Kultura Kurdî li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hat vekirin, piştre heman beş li zanîngehên Amed, Çewlîg, Mûş û Wanê jî hat vekirin.

Bo her saleke nû ya xwendinê tenê sê mamostayên Kurdî tên damezrandin, heta niha nêzîka du hezar kesan kolêjên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî qedandine, lê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Di sîstema perwerdê ya Tirkiyê de, Tirkî take zimanê fermî yê xwendinê ye. Ji sala 2012ê ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte li dibistanan tê xwendin ku bi hinek mercan ve hatiye girêdan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin