Li Wanê 991 roj in qedexe didome

Li Wanê 991 roj in qedexe didome

Li Wanê 3 walî guherîn lê qedexeya çalakî û şahiyên li nav bajêr 991 roj in bênavber didome. Rêveberên partiyên siyasî bertek nîşanî qedexeyê dan û gotin ev yek li dijî destûra bingehîn e û antî demokratîk e.

A+A-

Li Wanê 3 walî guherîn lê qedexeya çalakî û şahiyên li nav bajêr 991 roj in bênavber didome. Rêveberên partiyên siaysî bertek nîşanî qedexeyê dan û gotin ev pêkanîn li dijî destûra bingehîn e û antî demokratîk e

Walîtiya Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an û vir ve bi hênceta Rewşa Awarte bi awayek rêkûpêk hemû şahî û çalakiyên li nav bajêr qedexe dike. Li Wanê her çiqas 3 walî hatin guhertin jî 991 roj in bênavber qedexeya li bajêr didome. Rêveberên CHP, HDP û Partiya Kedê bertek nîşanî dirêjkirina qedexeya li nav bajêr dan.

CHP: Astengkirin dê civakê biajo nav aloziyê

Serokê Rêxistina CHP’ê ya Wanê Mehmet Kurukcu biryara qedexeyê nirxand û wiha got: “Mafê wepêşandanên aştî û demokratîk bi tu awayî nayê qedexekirin. Divê îpotek daneynin ser raman û fikrên însanan ên azad. Divê civak dikaribe bi rehetî xwe bîne ziman û tevger bike. Astengkirina şahî û çalakiyên civakê dê rê li ber aloziyan veke û civakê biajo nava aloziyan.”

HDP: Maf û azadî serê xwe natewînin

Hevserokê HDP’a Wanê parêzer Umut Dede jî destnîşan kir ku di serdema qedexeyên li Wanê 3 walî hatin guhertin lê pêkanîn nehatiye guhertin û wiha got: “Maf û azadî di peymanên navnetewî de hem jî di destûra bingehîn de hildane bin mîsogeriyê. Lê di rewşên awarte û şer de jî ne di destûra me ya bingehîn û ne jî di peymanên navnetewî de nehatiye gotin ku bila bajêr bên qedexekirin. Maf û azadî serê xwe natewîne. Yanî walîtiyê azadiya raman û xweîfadekirinê derxistiye firotinê.”

EMEP: Biryar siyasî ye

Nûnerê Partiya Kedê ya Wanê Hayrettîn Alan jî têkildarî qedexekirina şahî û çalakiyên li Wanê wiha got: “Walî bi van qedexekirinan mafê destûra bingehîn yên welatiyan asteng dike. Her çiqas OHAL qediya be jî lê hêj di meriyetê de ye û tiştek hatibe guhertin nîne. Her çiqas qedexekirina bi hêncetên ‘ewlehiyê’ werin ragihandin jî lê ev qedexe li ser biryarên siyasî yên AKP’ê pêk tên. Daxwaza me ew e demildest dawî liv an biryaran bînin û rê li pêşiya hemû mafên demokratîk ên welatiyan vekin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin