Li Wan û Stenbolê 29 kes hatin girtin

Li Wan û Stenbolê 29 kes hatin girtin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di operasyonên xwe yên li Wanê û Stenbolê de, 29 kes bi tohmeta hebûna pêwendî li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) girtin.

A+A-

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyonên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de ji duh ve heta îro 20 kes bi tohmeta ku endamê PKKê ne, hatine girtin.

 

Fermandariya Cendirmeyan a parêzgeha Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên ewlekariyê li navçeya Ercîş a Wanê bo girtina çend bergumanan operasyon li dar xistin.

 

Di daxuyaniyekê de tê gotin, piştî lêkolînên serdozgeriya Ercîşê, çend berguman hatin girtin ku bi endambûna PKKê hatine tometbarkirin û hejmara wan jî 20 kes in.

Herweha li bajarê Stenbolê jî duh hêzên ewlekariyê di operasyonên xwe 9 kes girtin.

 

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Tirkirê, bi gumana hebûna pêwendî li gel PKK ew 9 kes hatine girtin.

 

Herwiha îro çarşembiyê jî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li bajrê Stenbolê, di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtin û hejmarek kes desteserkirin.

 

Li gor agahiyan, kesên desteserkirî bo Rêveberiya Asayişa Stenbolê hatin şandin.

 

Heta niha Rêveberiya Asayişa Stenbolê hejmara kesên ku îro ji aliyên hêzên wan ve hatine desteserkirin, eşkere nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin