Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê rêyên 1306 gundan hatin vekirin

Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê rêyên 1306 gundan hatin vekirin

.

A+A-

 Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 1306 gundên ji ber berfê hatibûn girtin, hatin vekirin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya parêzgehê rêyên 3 gund û navçeyan ji ber rewşa nerênî ya keş û hewayê girtî ne. Herwiha ji hefteya borî ve û heta niha rêyên 630 gund û navçeyan hatine vekirin.

Li Colemêrgê û navçeyên wê rêyên 248 gund û gundikên ji ber berfê hatibûn girtin, ji aliyê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ve hatin vekirin. Lê hewa sar û mij û moranê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Rêveberê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan ragihand ku rêyên 243 gundên ji ber berf û pûkê hatibûn girtin, ji nû ve hatine vekirin. Herwiha da zanîn ku kar û xebatên vekirina rêyên 5 gundên din jî berdewam in.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmuz Yentur jî diyar kirk u rêyên 185 gundan hatine vekirin. Li aliyê din li gor Rêveberiya Keşnasiyê, li wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û sermayeke zêde heye û gelek cihan qeşa girtî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin