Li Ûkraynayê herî kêm 780 sivîl mirine û ji 3 mîlyonî zêdetir kes jî bûne penaber

Li Ûkraynayê herî kêm 780 sivîl mirine û ji 3 mîlyonî zêdetir kes jî bûne penaber

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî(NY) ragihandiye ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de li Ûkraynayê 780 sivîl mirine, 1252 sivîl birîndar bûne û piştî êrişan 3 mîlyon û 169 hezar û 897 kes bûne penaber û derbasî welatên cîran bûne.

Komîseriya Bilinda Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(BMMYK) daxuyanî daye û daneyên ku ji çavkaniyên cûda berhev kiriye yên têkildarî krîza penaberan li Ûkraynayê belav kiriye.

Ji 3 mîlyonî zêdetir kes bûye penaber

Li gorî daxuyaniyê di navbera 24ê Sibatê û 16ê Adarê de 3 mîlyon û 169 hezar û 897 kes weke penaber ji Ûkraynayê derbasî welatên cîran bûne. Ji nîvî zêdetirê wan çûne Polonyayê.

Penaberên Ûkraynayî herî zêde çûne Polonya(Mîlyon û 916 hezar û 445), Romanya(491 hezar û 409) û Moldova(350 hezar û 886)yê.

Her weha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin k udi navbera 18-23ê Sibatê de li herêmên Donetsk û Lûhanskê 50 hezar kes derbasî Rûsyayê bûne.

Herî kêm 726 sivîl mirine

Li gorî Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di şerê Rûsya û Ûkraynayê de di navbera 24ê Sibat û 16ê Adarê de li Ûkraynayê herî kêm 780 sivîl mirine, 1252 sivîl jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hişyarî hatiye kirin ku hejmara mirî û birîndarên sivîl dibe ku ji yê diyarkirî zêdetir be

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin