Li Ûkraynayê bi mûşekan êrişî îstasyona trenê kirine: 4 jê zarok 39 kes mirin e

Li Ûkraynayê bi mûşekan êrişî îstasyona trenê kirine: 4 jê zarok 39 kes mirin e

.

A+A-

Rayedarên Ûkraynayê ragihandine ku li îstasyona trenê ya li bajarê Kramatorska Donetskê, du mûşek avêtine sivîlan. Her weha sîvîlên li îstasyonê li bende bûn ku li herêmê were derxistin. Di encama êrişê de 4 jê zarok 39 kes mirin e.

Şerê ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de destpê kiriye di roja 44emîn de ye. Hewldanên ji bo tehliyekirina sivîlan ji herêmê didome. Rayedarên Ûkraynayê ragihandine ku li îstasyona trenê ya li bajarê Kramatorska Donetskê, du mûşek avêtine sivîlan. Her weha sîvîlên li îstasyonê li bende bûn ku li herêmê were derxistin.

Artem Dekhtyarenko, Nûnerê Serwîsa Ewlekariya Ûkraynayê ragihandiye ku êriş ji aliyê Rûsyayê ve pêk hatiye û di encama êrişê de 4 jê zarok 39 sivîl mirin e. Her weha diyar kiriye ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî yê Oleksandr Kamyshin, berpirsê kargeha trênan yê dewleta Ûkraynayê li ser hesabê xwe yê Telegramê peyamek belav kiribû û gotibû, êriş ji aliyê Rûsyayê ve pêk hatiye û di encama êrişê de ji 30î zêdetir kes mirine û ji sedî zêdetir kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) Serokomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskîyî jî li ser hesabê xwe yê Telegramê diyar kiriye ku îstasyon ji aliyê hêzên Rûsî ve bi fuzeya "Tochka-U" hatiye kirin.

Rûsyayê daxûyanî da

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek li ser mijarê  weşandiye û diyar kiriye ku daxuyaniyên li ser êrîşa bi fuzeyan a hêzên Rûs li îstasyona trenê ya li bajarê Kramatorska herêma Donetska Ûkraynayê , 'derew' û 'provokasyon' in. Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hatiye ragihandin ku daxuyaniya hikûmeta Ûkraynayê ya li ser mijarê rast nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin