Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 22 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 22 kesên din bi koronayê mirin

Wezareta Tendirustîya Tirkîyê ragihand di heyam 24 demjimêrên dawî de 1.041 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 22 kes jî bi Koronayê mirine.

A+A-

Êvara roja çarşemê 08.07.2020an Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê ragihand. Li gor amarên dawî 49 hezar û 302 pişkinînên Koronayê hatine necamdan û 1.041 kesên din bi vê vîrusa Koronayê ketine û 22 kes jî bi Koronayê mirine û 2.219 kes jî baş bûne.

Li Tirkîyê heta niha 3 milyon û 782 hezar û 500 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, herwiha hejmara giştî ya pêketîyan bo 208 hezar û 938 kesan bilind bûye û 5 hezar û 282 kes jî bi Koronayê mirine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin