Li Tirkîye û Bakur qedexeya derketina derve li 31 parêzgehan destpê kir

Li Tirkîye û Bakur qedexeya derketina derve li 31 parêzgehan destpê kir

Astengkirina derketina derve ya ku di çarçoveya tedbîrên li hemberî vîrusa koronayê (Covid-19) de, îro bo heyama çar rojan (23-26 Nîsanê) li 30 parêzgehên mezin ên Tirkîyê û Bakurê Kurdistan û li bajarê Zonguldakê destpê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bi giştnameya Wezareta Navxwe ya Tirkîyê heta 27ê Nîsanê roja Duşemê saet 00.00ê, îstisna ne tê de, li nava sînorên Edena, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizli, Amed, Erzerom, Eskişehir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmir, Gumgum (Meraş), Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekirdag, Trabzon û Wanê ligel Zonguldakê derketina derve ya hemû welatîyan hat astengkirin.

Ji ber destpêka meha Remazanê 23 û 24êNnîsanê rojên pêncşemê û înîyê dê market ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin.

Di vê çarçoveyê de welatî (ji bilî yên 65 salî û mezintir, herwiha 20 salî û biçûktir) ji bo dabînkirina pêdawistîyên zarûrî û bêyî ajotina wesayitan (kêmendam ne tê de) dê bikaribin biçin marketên herî nêzîk ên îqametgaha xwe. Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin. 

Herwiha  25 û 26ê Nîsanê rojên şemî û yekşemê marketdê bi temamî girtî bin.

Di rojên ku astengkirina derketina derve de, firin, dermanxane û şêranîfiroş dê vekiribîn, û servîsê bo malan bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin