Li Tirkiye û Bakur 98 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakur 98 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 98 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 98 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 26 hezar û 998 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 9ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 636 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 659 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 548 hezar û 195 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 109 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 437 hezar û 382 kesan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin