Li Tirkîyê Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê bêkarî zêde dibe

Li Tirkîyê Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê bêkarî zêde dibe

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê bi sedema belavbûna vîrusa korona û tedbîrên emnî û ragihandina qedexeya çûn û hatinê, kargeh û bazar hatin girtin û ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeya bêkarîyê bo astên bilind.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gorî amarên fermî ji nava desteya serjimarîya Tirkîyê ku dîyar dibe rêjeya bêkarîyê bo ji sedî 14 bilind bûye beramber ji sedî 13.7 di sala borî de.

Ji ber nebûna kar di nava bajaran de, xelk berê xwe didin cotkarîyê, di kerta çandinîyê de rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 15.7% kêm bûye, bermaber ji sedî 15.9 di sala borî de .

Komîteya Aborî ya CHP raporek amade kirîye û li gorî wê, tirs heye bi hatina koronayê, hejmara bêkaran li Tirkîyê ji 4 milyon û 400 hezar kes, bilind bibe bo 11 milyon kesî.

Komîteya aborî ya heman parrtîyê pêşbînî dike ku dê nerxê lîra Tirkîyê jî bandoreke mezin bi hatina Korona bibîne, û dê nerxê lîre dakeve 8.20 lîre bermaber her dolarekî.

Ji alîyê xwe ve, hikûmeta Tirkîyê proje yasayeyekê amade dike da ku benda berdana karkeran ji kar rawestîne û hewl bide her karkerek li ser karê xwe bimîne weke gavekê bo kêmkriina rêjeya bêkarîyê.

Bi belavbûna korona tevahîya aborîya cîhanê zîyanê dibîne û piranîya kargeh û dezgehên fermî û yên kerta taybet ji kar rawestîyane û li gorî rêxistina kar a navdewletî ku ji destpêka belavbûna Korona û heta niha 195 milyon kesî li ser asta cîhanê, ji kar hatîye berdan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin