Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Tirkîyê sala nû xweş destpênekir

A+A-

Li Tirkîyê sala nû bi êrişek çekdarî dest pêkir, di encama êrişê da 39 kuştî û çar jê giran, 65 birîndar hene.

Êriş, li dijî Hola Şahîyê Reina pêk hat, bi qasî hat ragihandin di holê da nêzikî 700 kes hebûn û piranîya vana hemwelatiyên ne Tirk bûn, bi mebesta pîroz kirina sersalê ji welatên xwe hatibûn, taybetî ji welatên li Rojhilata Navîn.

Li ser daxûyaniyên rayedarên Tirk ajansên nûçeyan ragihandin, ku nasnameya êrişkar hatiye çespandin, bi ya nûçeyan êrişkar kesekî ji Kirgizîstan’ê ye, li bajarê Tirkîyê Konya’yê niştecî bû ye.

Bêşik, gellek pirs hene hewceyê bersivê ne; bo mînak çima Reina, çima ewlehîya holê baş nehat parastin, êrişkar çawa xwe gihande holê, tîmên DAEŞê li Tirkyê, pirsen di barê siyaseta Tirkîyê ya Suriyê da…û… hwd.

Ev êrişa hovane, bona sala nû bêşik destpêkek demoralî ye, di nava civatê da bû sebeba tirs, hizr û fikarê, herweha liva jîyana rojane ne asayî dibe, taybetî li hol, cî û avahîyên civatî.

Bêşik ev êrişek terorî ye, jîyana bi dehan kesan bi dawî bû, divê bêt lanet kirin.

Divê bêt lanetkirin, lê divê ewqas jî hoy û sebebên êrişên terorî bên zanîn.

Mixabin, li Tirkîyê ti caran bûyer di nav têkilîya “sebeb û encaman” da nayen gengeşî kirin, rayadarên dewletê, siyasetvan û rêveberên partîyan herdem li ser encaman disekinin, naxwazin li ser sebeban bisekinin, lênakolin ka çima ew bûyer diqewimin?

Ji xwe ditirsin, ji siyaseta xwe ditirsin, herweha nijadperest in û ji kevneşopîya talanker hatine, jixwe pir caran ameje bi Împeratorîya Osmanî dikin.

Heçku, her rûdanekê sebebek wê heye, bêyî sebeb rûdan naqewimin, eger rûdanek diqewime, erke siyasetê, erke rêveberên civatê divê li ser sebebên rûdanê hûr bibin û ji wira dest bi çareserkirina arîşeyan bikin.

Têkilîya di navbera “sebeb û encamê” da têkilîyek dîyalektîk e, ev tekane rêkarê çareseriyê ye û rêbazekî zanistî ye.

Em Kurd ji herkesî bêhtir vê rastiyê dizanin, ji ber ku li Tirkîyê civata me ji her kesî, ji her beşên civatê bêhtir zirarmend e.

Tenê di sala bihurî da nêzikî deh bajarên bakurê Kurdistan’ê hatin rûxandin, hêj jî xirbeyên avahîyên wêran kirî li erdê ne, bi hezaran malbat li ber sermayê di bin holik û konan da, an li gel malbatekê “mivandar” in.

Ji dewletê bipirsî, ev rewş jiber teröre ye, rast e ji ber teröre ye, lê kî ye ev terörist!

Di destê me da statîstîk tine ne, herweha rayedarên dewletê jî rastîyê aşkera nakin, lê dîsa jî bi qasî di nûçeyan da têt ragihandin, sala çûyî, ango sala 2016an da 32 êrişên xweteqandinê, bombeyi û çekdarî hatine kirin, di nava bajaran da.

Di encama van êrişan da, jimara kesên jîyana xwe ji dest dane ne aşkere ye, lê behsa çend hezaran têt kirin.

Wekî min jorî gotî ev encam e, sebebên vê hene, divê dewlet li xeletîyên xwe mikur bêt û dev ji peyvên hamasî berde, were ser hemdê xwe.

Eger weha here, dewlet dev ji peyamên hamasî bernede, li ser sebebên pirsgirêkan hûr nebe, taybetî ji xeletîyên siyaseta Suriyê, bona çareserkirina pirsgirêka bakurê Kurdistanê û yên civatî gav navêje û li şaşitîyên xwe mikur neye, sala 2017an dê ji sala 2016an bêhtir giran bibe, rûdan, êriş û teqandin dê bêhtir bibin.

Bona gav avêtin û guhertinek weha ewil divê dewlet rêya demokrasiye bide ber xwe, dev ji siyaset û rêbazên totaliter berde, haj xwe hebe ku êdî di cîhanê da bi çavekî dîktatorî têt dîtin.

Îro Tirkîyê, bilî welatên di nava şere navxweyî da bomînak Iraq û Suriyê, li cîhanê welatê ku herê zede êrişên çekdarî, êrişên terorî dibin e.

Ev carina hinek welatên ewrupî mînak didin, lê ne rast e ji ber ku li wan welatan carek an, du caran êrişên terorî rû dane, lê li Tirkîyê hefteyî carekê diqewimin.

Tirkîyê divê dev ji siyaseta xwe ya êrişkar, faşist, şowenîst û nijadperest berde û bi lez dest bi reforman bike, pirsa bakurê Kurdistanê çareser bike, ji Suriyê hêza bipaşve bikşîne.

Taybetî, divê zanibe, ku ji siyaseta êrişar li ser welatekî din ti destketiyên wê nabe, berevacî siyasetek weha bi xwe ra pirsgirêkan giran tîne, ku Tirkîyê dê nakinêbe ji bin rabe.

Hêza wê bes nake, divê haj xwe hebe.

Êrişan Reina şermezar dikim, ji malbatên kesên jîyana xwe destdane ra sersaxiyê û birandaran ra tenduristîyê hêvî dikin.

03.01.2017/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin