Li Tirkiyê metirsiya li ser zarokên Rojavayî: Zimanê Kurdî jibîr dikin

Li Tirkiyê metirsiya li ser zarokên Rojavayî: Zimanê Kurdî jibîr dikin

.

A+A-

Li Tirkiyê ew metirsiya pişaftina zarokên Kurd xwe li ser zarokên penaber ên Rojavayê Kurdistanê jî ferz dike. Zarokên malbatên Rojavayî ku li bajarên mezin ên Tirkiyê di şert û mercên giran de dijîn, ji ber li dibistan, televizyon, kuçe û bazarê serdestiya zimanê Tirkî di nav xwe de, heta carinan li nav malê bi Tirkî diaxivin. Ev jî dibe sedem ku zarokên Kurd zimanê xwe jibîr bikin û asimile bibin.

Lê li beramberî gef û metirsiya pişaftinê gelek malbatên Rojavayî jî li ber xwe didin û hewl didin di nav malê de tim bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ew zimanê xwe jibîr nekin. Girêdayê vê mijarê nûnerê ENKSê di nav Îtilafa Sûriyê de Abdullah Geddo, ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser metirsiya bişaftina zarokên Rojavayî.

Tîma Rûdawê li semta Bayramtepeya girêdayê ser navçeya Başakşehira Stenbolê dibin mêvanê malbateke penaber ê Rojavayê Kurdistanê. Malbata Kevser û Ziya Hesen ji xelkê Qamişlo ne û ev 11 sal in ku ji ber şerê navxweyî yê Sûrî li Tirkiyê penaber in.

Ev Ehmed Hesenê 10 salî ye, diçe pola 4an û niha ji pirtûka zimanê Tirkî dersa xwe dixwîne. Ehmed wek bi milyonan zarokên Kurd yên Bakurê Kurdistanê li dibistanê zimanê Tirkî fêr bûye. Ew li dibistan û li kolanê bi Tirkî, li nav malê jî bi Kurdî diaxive. Ehmed li gel du xwişkên xwe yên ku niha li dibistanê ne, ji ber ku penaber bûne û Tirkî nizanibûne di salên ewil ên dibistanê de rastê miameleya cudakarî û nîjadperestiyê hatine.

Zarokê Penaber Ehmed Hesen dibêje “Ez 10 salî me û ji Sûrî, ji Qamişlo hatime. Ez li Qamişlo çêbûm û em hatin vê derê. Li vir kes Tirk bû. Ez jî li vir fêrî Tirkî bûm. Li malê ez û xwişkên xwe em her car bi Kurdî diştexilîn, lê anha em bi Tirkî diştexilin. Ji loma jî em baş Tirkî hîn bûn. Li gel mektebê em li malê jî nav xwe de bi Tirkî diştexilin.”

Kewser û Ziya Hesen her du jî mamosteyên zimanê Erebî ne û beriya 5 salan hemwelatitiya Tirkiyê bidest xistine û xwedî 3 zarok in. Zarok ji ber li dibistan, televizyon, kuçe û bazarê serdestiya Tirkî di nav xwe de bi Tirkî diaxivin, lê ji ber ku malbat bi wan ra tim bi Kurdî diaxivin ew Kurdî jibîr nekirine û bi dê û bavên xwe re bi Kurdî didin û distînin.

Kewser Hesen dayika Ehmed got “Spas ji Xwedê re her 3 zarokên min jî li malê bi Kurmancî jî diştexilin. Ji ber ku ez û bavê wan bi wan re bi Kurdî diaxivim. Ji ber ku em naxwazin zimanê me yê Kurdî winda bibe, em dixwazin tim û tim ev ziman hebe û jiyam bibe.”

Ziya Hesen bavê Ehmed diyar kir “Dema em ji Qamişlo hatin Tirkiyê me gelek zorî dîtin. Ya herî zor mijara ziman bû. Wexta me dît xelk bi hev re bi Tirkî diaxivin em pir tirsiyan. Me got em nikarin li vir bimînin eslen, saetekê jî. Zarok li malê bi me re bi Kurdî diaxivin, lê bes dema derdikevin derve; dema li taxê bi zarokan re dilîzin tim bi Tirkî deng dikin. Bes li malê tim bi Kurdî ye.”

Nûnerê ENKSê di nav Îtilafa Sûriyê de Abdullah Geddo jî bal dikşîne ser metirsiya bişaftina zarokên Rojavayî ji ber perwerdeya bi Tirkî li dibistanan. Her wiha Geddo dide zanîn ku malbatên penaber ên Rojavayî ku li Tirkiyê ne zêde agahdar nîn in ku li dibistanan mafê dersa bijarte ya Kurdî heye.

Nûnerê ENKSê li Îtilafa Sûriyê Abdullah Geddo ragihand “Bi rastî ev metirsiya asimilasyona ser zarokên Rojavayî heye. Ev metirsî li ser zarokên Sûrî tevahî, çi Ereb be çi Kurd be heye. Bi taybetî jî li ser zarokên ku li dibistanên Tirkî bi Tirkî dixwînin. Lê hin taybetmendiyên Kurdên Sûrî ji Kurdên Tirkî cuda ye. Kurdên Sûrî heta niha jî tiştê ez dizanim, dê û bav di malên xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin. Li ser mijara dersa bijarte jî zêde Kurdên Sûrî aghadar nîn in. Lê em gelek kêfxweş in bi vî mafî. Em ê alîkar bin û bêjin ji zarokên xwe re ku bila doza dersa Kurdî bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 4 milyon penaberên Sûrî hene, lê ji wan çiqas penaberên Rojavayê Kurdistanê ne ne diyar in. Lê li gorî hin çavkaniyan derdora 250-300 hezar penaberên Rojavayî hene û piraniya wan li metropolên Tirkiyê di şert û mercên xirab de dijîn.

Li pêşiya zarokên malbaten Rojavayê Kurdistanê ku li Tirkiyê jidayîk dibin û diçin dibistanan metirsiya jibîrkirina zimanê Kurdî heye. Ew aqûbeta xirab ku bi serê sedhezaran malbat û zarokên Kurdên Bakurê Kurdistanê de hatiye, ku zimanê Kurdî nizanin û tên pişaftin, niha gav bi gav bi serê beşek ji Kurdên Rojavayî de tê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin