Li Tirkiyê hejmara bêkaran zêde dibe

Li Tirkiyê hejmara bêkaran zêde dibe

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, rêjeya bêkariyê li gor par milyonekê zêde bûye û gihiştiye 4 milyon û 253 kesan.

A+A-

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, rêjeya bêkariyê li gor par milyonekê  zêde bûye û gihiştiye 4 milyon û 253 kesan.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK), dawîn amarên derbarê rewşa bêkariyê li wî weltî û bajarên Bakûrê Kurdistanê aşkere kirin.

Li gor amarên hatine aşkerekirin, rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê ya îsal de, 2,8 bilind bûye. Li gor wan amarên wê saziyê, hejmara bêkaran li gor heman meha sala bihûrî, 938 hezar zêde bûye û rêjeya bêkaran gihiştiye 4 milyon 253 hezar kesan.

Herwiha hejmara kesên ku dest bi kar kirine, li gor par, 802 hezar kêm bûye û bûye 28 milyon û 512 hezar kes. Bi vî awayî rêjay kesên di kar de hatine bicihkirin jî bi awayê ji sedî 2 kêmbûnê, bûye ji sedî 46,4.

Li gor wê raportê, hejmara kesên di kerta cotkariyê de kar dikin, 232 hezar û hejmara kesên li sektorên derveyî cotkariyê kar dikin, 569 hezar kes kêm bûne.

Kesên hatine îstîhdamkirin jî ji sedî 18,9 cotkarî, ji sedî 19,7 pîşesazî, ji sedî 5,7 înşeat, ji sedî 55,7 jî di kerta xizmetê de cih girtine.

Rêjeya beşdarbûna di kar de jî  li gor sala derbasbûyî, ji sedî 0,5 kêm bûye û daketiye bo 53,3 poîntan.

Hejmarqa kesên dixebitin û ne tomarkirî jî li gor par, 1,2 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 35,2.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin