Li Tirkiyê hejmara bêkaran 3.5 milyon kes derbas kir

Li Tirkiyê hejmara bêkaran 3.5 milyon kes derbas kir

Li gor amarên fermî, rêjeya bêkariyê li Tirkiyê gihiştiye ji sedî 10.8, herwiha hejmara bêkaran jî bi awayekî giştî zêde bûye û gehiştiye 3 milyon û 500 hezar kesan.

A+A-

Desteya Giştî ya Amaran a Tirkiyê rêjeya bêkariyê li wî welatî belav kir û da zanîn ku li gor sala 2017ê rêjeya bêkariyê ji sedî 1 zêde bûye û gehiştiye ji sedî 10.8.

 

Herwiha hejmara bêkaran jî gehiştiye 3 milyon û 531 hezar kesan. Bi awayekî giştî li Tirkiyê 6 milyon û 300 hezar bêkar hene.

 

Saziya Îş-Kur jî ku taybet e bi rêxistin û dîtina derfeta kar, di raporekê de eşkere kiriye ku hejmara bêkaran piştî krîza aborî û daketina bihayê lîreyê Tirkî, ji Temûza îsal heta Cotmehê 558 hezar kes derbas kiriye. Li gor Îş-Kurê, rêjeya bêkariyê ji sedî 11.3 ye û dawiya sale digihe ji sedî 12.4 û ev yek jî bandoreke gelekî xirab dike.

 

Ji aliyekî din ve, Fermangeha Şopandin û Lêkolînan a ser bi Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Tirkiyê (DISK-AR) jî tekez dike, ku hejmara rast a bêkaran li Tirkiyê 6 milyon kes e. 

 

Li gorî amarên wê fermangeha ser bi DISK-ARê ve, ji Îlona 2017ê heta Îlona 2018ê hejmara bêkaran a netomarkirî gihiştiye 2 milyon û 575 hezar kesan, di demekê de ku hejmara bêkarên tomarkirî 558 hezar kes in. Wate hejmara bêkarên tomarkirî û netomarkirî dike 3 milyon û 133 hezar kes.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin