Li Tirkiyê di rojekê de nêzîkî 33 hezar kes bi Koronayê ketin

Li Tirkiyê di rojekê de nêzîkî 33 hezar kes bi Koronayê ketin

.

A+A-

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 32 hezar û 736 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha  193 kes jî bi virûsê mirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 194 hezar û 435 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine encamdan, ku encamên 32 hezar û 736 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 193 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 4 hezar û 811 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 527,070 kesan û 14,509 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 423,142 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 19 milyon û 338 hezar û 181 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin