Li Tirkiyê di her saniye û nîvekê de kesek bi Coronayê dikeve

Li Tirkiyê di her saniye û nîvekê de kesek bi Coronayê dikeve

.

A+A-

 Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrattin Koca ragihand ki hejmara nexweşên Coronayê her ku diçe zêdetir dibe û li Stenbolê hejmara nexweşan 10 car zêde bûye. Koca herwiha da zanîn ku li wî welatî di her saniye û nîvekê de kesek bi Coronayê dikeve.

Li gorî zanyariyên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, niha di her çirke û nîvekê de kesek li Tirkiyê bi Coronayê dikeve û di her 5 deqîqeyan de jî kesek bi Coronayê dimire.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrattin Koca ragihand ku hejmara nexweşên Coronayê li Stenbolê deh car zêde bûye.

Koca herwiha eşkere kir ku ji sedî 40 tûşbûyên corona li Stenbolê ne.

Hikûmeta Tirkiyê heya niha biryarek li ser qedexeyan nedaye, ti planek jî nedaniye ji bo ku eger qedexeyê ragihîne, bikare sîstema kar û aboriyê birêve bibe, lewra niha li Tirkiyê rojane hejmara nexweşên Coronayê zêde dibe û wezareta tendirûstiyê ya wî welatî jî ti biryarekî cuda dernexistiye.

Li gorî amara herî dawiyê, di şev û rojekê de 253 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 55 hezar û 791 kes jî bi Korona ketine.

Li gorî amaran, heya niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 33 hezar û 454 kes bi vîrûsa Korona canê xwe ji dest dane, herweha hejmara nexweşan jî gihîştiye 3 milyon û 745 hezar û 657 kesan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin