Li Tirkiyê di dema qedexeyê de firotina alkolê jî qedexe ye

Li Tirkiyê di dema qedexeyê de firotina alkolê jî qedexe ye

.

A+A-

 Di dema qedexeya giştî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta 17ê meha Mulanê firotina meşrûbê ango alkolê jî hatiye qedexe kirin.

Li gorî daxuyaniyên ku belav bûne, siyasetmedarên ser bi partiyên opozîsyonê ve û mafnas jî wê yekê weke destêwerdana jiyana taybet dibînin.

Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu dibêje em fedarkiyê ji alkolfiroşan dixwazin, lê li gorî oposizyonê qedexeya li ser firotina alkolê çi peywendî bi koronayê nîne, AK Partî li gorî îdeolojiya xwe dixwaze civakeke muhafakazar ava bike. 

Tedbîr û rêkarên koronayê li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê gellek caran di navbera hikûmet û oposîzyonê de dibin cihê nîqaşan. Nîqaşa dawî jî di derbarê qedexeya firotina alkolê de ye. Hikûmet qedexeyê weke tedbireke li dijî koronayê bi nav dike.

Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu got “Di biryarnameyê de bi zelalî behsa vê mijarê hatiye kirin û çi îstisnayên vê qedexeyê jî nîne. Hemû alkolfiroş dê girtî bin. Biryar gellek zelal e û tê bi temamî were bicih kirin. Alkolfiroş jî dê vê  fedakariyê bikin.”

Lê oposîzyona Tirkiye di wê baweriyê de ye ku qedexeya alkolê destkariyeke li ser jiyana xelkê ye û beşeke ji projeyên AK Partiyê ji bo avakirina civakeke muhafazakar.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Seyît Torun dibêje “Gelo sedema  nexweşiya koronayê alkol û alkolfiroş in? Biryar dê hem rewşa dikandaran xirab bike hem jî destkariyeke jiyana xelkê ye û em vê biryarê red dikin.

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nêzikî 200 hizar dikanên alkol firotinê hene Yuksel jî debara malbata xwe bi firotina alkolê  dike ew hem  lidîjî biryara hikumetê derdikeve hem jî daxwaza alîkariyê dike.

Alkolfiroş Yuksel Babahan got “Weke esnaf ji xwe dahata me diyar e. Ez nizanim çi peywendiya alkolê bi koronayê heye.  Xelk dê 17 rojan li malên xwe de çi bike ? Baş e wê demê bila bêjin firotina cigarê jî qedexe ye. Ez dê bi firotina bîskuvîtan çawa debara mala xwe bikim.”

Qedexeya firotina alkolê di nav hemwelatiyan de jî bûye rojev. Piraniya hemwelatiyan di wê baweriyê de ne ku çi peywendiya qedexeya firotina alkolê bi koronayê nîye.

Hemwelatî Mehmet Mete “Kî dixwaze bila vexwe yê nexwaze bila venexwe jixwe remezan e. Mijar dimîne li ser baweriyê. Lê li aliyê din sektoreke mezin heye. Firoşkar çi bikin di destê wan de hemû kelûpel dimînin û nikarin bifiroşin û nikarin deynên xwe bidin.”

Hemwelatî  Sadrettin Akanca “Ez bi xwe alkolê venaxwem. Lê pêwîste hisab bo wan kesên ku alkolê vedixwen jî bê kirin. 17 rojan kes nikare ji mala xwe derkeve. Necarî xelk wê li malên xwe bixwe û vexwe û razê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 29 meha Nîsanê heta 17 meha Gulanê qedexeya giştî tê bicihkirin û di dema qedexeyê de jî firotina her core alkolê hatiye qedexekirin.

Şewket Herkî/Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin