Li Tirkiyê di 5 rojên sala nû de 5 jin hatine kuştin

Li Tirkiyê di 5 rojên sala nû de 5 jin hatine kuştin

.

A+A-

Platforma “Emê Tawanên Dijî Jinan Rawestînin” ragihand ku di 5 rojên derbasbûyî yên sala nû de, bi hincetên cuda 5 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platformê belav kiriye ku tenê di 5 rojan de nûçeya kuştina 5 jinan gehiştiye wan û li bendê ne berpirsek derkeve û ji wan re bibêje ka li vî welatî çi diqewime? û dibêje: “Lê wek bibêjî yên desthilat xistine destê xwe dixwazin wiha bikin em êdî tawan û destdirêjiya ser jinan normal bibînin.”

Platforma Emê Tawanên Dijî Jinan Rawestînin rexneyan li Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî digre ji ber ku helwêsteke wiha pêşan nedaye û ti karvedaneke wê di vê derbarê de nîne. Pêncemîn tawanê dijî jinan jî doh Sêşemê li bajarê Kocaelî yê Tirkiyê hat kirin.

Îsa Kosecîk piştî li dadgehê ji hevjîna xwe Sevda Kosecîk cuda bû, xwe gihande mala wê û li ber çavê 3 zarokên xwe hevjîna xwe bi kêrê kuşt.

Pişt hat girtin û rojnamevanan jê pirsî ka ji ber çi ew tawan kiriye, Îsa got: “Ji ber wêya nebaşî ligel min kir!” Platforma Emê Tawanên Dijî Jinan Rawestînin tekez kiriye ku tiştek nikare bibe sedem bo dawî li jiyana jinekê bê anîn.

Her li gor heman platformê, di van 5 rojan de ku 5 jin hatine kuştin, 4 jin jî ji aliyê mêran ve hatine birîndarkirin. Di raporta 2020ê ya platformê de tê gotin ku di salekê de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 171 jinên din jî bi awayê biguman jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin