Li Tirkiyê di 3 mehan de 16 rojnamevan hatine desteserkirin

Li Tirkiyê di 3 mehan de 16 rojnamevan hatine desteserkirin

.

A+A-

Li gor amarên raporta Cemiyeta Rojnamevanan ya şopandina Medyayê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehên 2021ê de 16 rojnamevan hatine desteserkirin û herî kêm  55 rojnamevanan jî rastî êrîşê hatine.

Cemiyeta Rojnamevanan di çarçoveya "Projeya bo Medyayê Demokrasî û bo Demokrasiyê Medya" ku bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê(YE) bi rê ve dibe raporta Nîsan-Gulan û Hezîrana  2021ê belav kir.

Li gor raportê di 3 mehan de 16 rojnamevan hatine desteserkirin û di 81 dozê de 179 rojnamevan û xebatkarê çapemeniyê hate darizandin.

Di raportê de tê gotin ku di Nîsan-Gulan û Hezîranê de herî kêm 15 rojnamevan rastî êrîşê hatine û bi giştî di 6 mehên îsal de hejmara rojnamevanên ku êrîş li ser hatiye kirin gîhiştiye 55an. Raport balê dikşîne ser ku di vê demê de jî armanckirina rojnamevanan ji aliyê sîyasetmedar û berpirsên fermî de her berdewam e.

Di beşek raportê de bi navê Aborî-Polîtîkaya Medyayê peywendiya hikûmetê û çapemeniyê hatiye nirxandin. Herwiha amaje bi çavkaniya pereyên bo çapemeniya alîgirê hikûmetê jî tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin