• Diyarbakır 19 °C
  • Batman 15 °C
  • Hakkari 9 °C
  • Şırnak 14 °C
  • Ağrı 11 °C

Li Tirkiyê derbeya leşkerî

Mahmûd Kilinc

 

Sala 2009an bû, min divê dawetnameyek amede bikira, ji ber ku lawê min dixwest serdana min bike.

Min hemû belge amede kirin û serli polîsê biyanîyan da, daku ez dawetnameykê bistînim.

Li Alamanya’yê bona dawetnameyê divê mehane dahatek (deramet) te hebe, pîvera dahata min bes dikir, lê ji wê parek ji Tirkiye’yê dihat.

Demjimêra qewlê (jivan, randewû) bi polîsê biyanî va ez çûn û min hemû belge dan  deste wî, pêşwaziyek baş li min kiribû, devlikenîya wî ez hêvîdar kirim.

Lê belê, piştê li belgeyan nirî, wekî ku ne ew mirovê devlikenî be, bi şêwekî nazik lê bi reftarek biryardar li min nirî û got, ku ew nikane dawetnameyê bide.

Min jê pirsî, gelo çima?

Bersiva min da, ku dahata min bes nake û di rêziknameya rêzandina dawetnameyê da pîvera dahatê heye û got, “dahata te jî bes nake.”

Heçku, bi ya belgeyên min, dahata min bes dikir û him jî hinek zede bû, lê parek ji Tirkiyê dihat.

Polîs li min vegerîya û got, “dahata ji Tirkiyê te ew napejirînin, ji ber ku kes nizane suba li Tirkiyê çi dê biqewim e!”

Dem amin temaşeyê wêneyên eskerên derbeker ku bi tankan kolanên Enqerê û Stenbulê digerîyan, hinek jî bi tanken xwe dadabûn, ev serborîya min hat bîra min.

Wekî îro, ligel gellek bûyeran ez dhizirîm ku mafê polîsê biyanî hebû, ku bona der barê Tirkiyê da weha bifikir e, heta mirov dikane bêje ku ew bêbawerî layek ji siyaseta dewletên ewrupî ye, bêşik hêj bi helwestek objektif û bi berjewendiyên xwe li Tirkiyê dinirin.

Bi ya entelektûelîya Tirk, li wî waletî dîroka derbeyên leşkeri ji 27ê gulana 1960î destpê dike, heçku bîroka derbeyan hêj kevn e, ji werçerxa (dewr) Osmanîyan têt.

Di werçerxa Osmanîyan da ev “çandekê qedîm” e û bi damezrandina Komara Tirkiyê va, li îro gerîya ye, ango sîrayetê rêvebir û peywendiyên dewleta nuh kir.

Di werçerxa Osmanîyan da bi dehan padîşah ji post anîn xarê û kuştin, her yek ji van derbeyek leşkeri bû, komplo bûn, herweha xwînî bûn.

Di eslê xwe da, her çiqas Tirk nabêjin jî, damezrandina Komara Tirkiyê bi xwe jî “derbeyek leşkeri” bû, ji ber ku M. Kemal û hevalên wî, bi destûr û alîkarîya koşk û hikûmeta Stenbulê xwe gîhandibûn Anadoli’yê û li Enqerê hikûmetek din damezrandibûn, li dijî hikûmeta Stenbulê û hemû ragihandin (wê deme bi telgarafê bû) bloke kiribûn.

Ango, ev çanda qedîm ji berê têt, di umre min da leşkeran şeş derbe kirin, du ji vana muxtira bûn, ji vana yekê ferz kir ku hikûmeta wê rojê xwe paşve vekşîne, çar jî li ser erde bi kiryarî encam dan, yek jê ya dawîyê, ango roja 15î tîrmehê bû.

Bêşik, kesên bi demokrasiyê bawerî hebe, derbeyên leşkeri napejirîn in, lê bi rastî jî demokrasi hebe û hemû peywendiyên dewletê bi hemwelatîyan ve di nav pîver û nirxên demokrasîyê da be, hiqûqa wê guncan be bi rêgez û nixên hiqûka gerdunî va û di hemû mafan da wekhevî hebe.

Heta îro Tirkiyê ti cara nebû dewletek weha, hêj îro mafê perwerdeya bi zimanê makeziman tine ye û naxuye, ku di ayindeyek nêzik da jî dewlet dê vî mafê bipejirîne.

Divê em eşeker bejin, bi kurt û kurmancî, li Tirkiyê ti mafê neteweyî û demokratik ên gelê Kurd, bere jî tine bû, îro jî tine ye.

Dewletê dil tine ye, ku bi mebesta pejirandina van mafan jî gav bavêje.

Çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistan’ê bere jî û îro jî spartiye leşkeran, ew bi dile xwe ne, çawa şekirin weha lêdêxin, dikuşin, dişewitînin, wêran dikin….

Eger li ser pirsa herî girîng ya vî welatî erka biryardayînê bikeve ber deste leşkeran, rejîmê serwêrisî (wesayet) jî naqede û her dem metirsîya derbeya leşkeri jî dê di rojevê da be.

Her çiqas Tirkiyê zirar dîtibe, encamên peyana vê derbeyê bi salan dê bajo jî, lê li kêrî siyaset û amancên R. Tayyip Erdogan hat.

Weha dixuye ku sîstema seroktîyê dê ji bere bêhtir layengir bi dest xwe ve bîne, jixwe amanca Erdogan jî ev bû.

Di rewşa îro da divê helwesta bizava siyasîya Kurdistanî çawa be?

Pirsa me bêhtir pêywendîdar dike ev e.

Bi ya min, me Kurdan her dem ji derbeyên leşkeri zirar dîtiye, berî her kesî divê em daxwaza demokrasîyek rasteqîn bikin, demokrasîyek bi pîver û nirxên şareza û gerdunî.

Dîsa me maf heye, ku em wek neteweyekî bang li hêzên navdewletî bikin, daku em naxwazin duçarê derbeyên leşkeri werin.

Astenga me, keleme li ber derîyê me yê herî bixeter ev e, ku mixabin li bakurê Kurdistan’ê Kurd, wekî neteweyekî tevnagerin, li hêlekê HDP bi siyaseta tirkîyebûnê rêgeha entegrasyonê daku dawîya wê pişavtin e, daye ber xwe; li hela din PKK û kareseta li bajarên bakurê Kurdistan’ê…

Gotina min ev e, ku li dijî derbeya leşkeri, li dijî siyaseta nijadperest û êrişan, helwestek neteweyî  ye…

16.07.2016/Dusseldorf    

Bu yazı toplam 591 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar