'Li Tirkiyê bihayê enerjiyê di salekê de 31 caran hat zêdekirin'

'Li Tirkiyê bihayê enerjiyê di salekê de 31 caran hat zêdekirin'

.

A+A-

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê dibêje, "Ji meha Cotmeha 2020an ve di salekê de 31 caran bihayê enerjiyê hatiye zêdekirin."

Li gor zanyariyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 mehên destpêkê yên 2021ê de elektrîka milyonek û 525 hezar û 14 kesan û gaza 674 hezar û 784 kesan hatiye qutkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ahmet Akin li ser vê mijarê amaje bi gotinên Erdogan kir û got, “Di salekê de 31 caran bihayê enerjiyê hatiye zêdekirin. Ev e fedakarî?”

Ahmet Akin ragihand, “Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan dibêje; `em ji bo li beramber zêdebûna bihayên enerjiyê welatiyan biparêzin her fedakariyê dikin.` Lê di 5 mehên destpêkê yên 2021ê de elektrîka milyonek û 525 hezar û 14 kes û gaza 674 hezar û 784 kesan hatiye qutkirin. Hûn fedakariyê nakin, hûn pereyên enerjiyê zêde dikin. Ji meha Cotmeha 2020an ve di salekê de 31 caran bihayê enerjiyê hatiye zêdekirin. Ev e fedakarî?”

Ahmet Akin di dewama axaftina xwe xwe de rexne li hikûmetê girtin û got, “Sedema qeyrana li welatê me, ne krîza enerjiyê ya li Ewropayê ye, sedem rejîma yek kesî ye.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê got, “Erdogan dibêje `em di warê enerjiyê de ji bo welatiyan hemû fedakariyan dikin. Em meraq dikin eger hemû fedakarî tên kirin kî bihayê enerjiyê zêde dike. Ji meha Cotmeha 2020an ve bihayê elektrîkê 3 car û yê gazê 8 caran hatiye zêdekirin. Bihayê benzînê 7, mazot 7 û LPG 6 caran hatiye zêdekirin. Sotemeniya otombîlan 20 caran hatiye zêdekirin."

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin