Li Tirkiyê belemeke din a koçberan noqî avê bû

Li Tirkiyê belemeke din a koçberan noqî avê bû

Li navçeya Bodrum ya bajarê Mûxla yê Tirkiyê belemeke koçberan noqî avê bû, 20 kes hatin rizgarkirin, hejmarek jî di deryayê de xeniqîn.

A+A-

Li navçeya Bodrumê belekeme penaberan ku 30 kes di nav de bûn noqî avê bû. Piştîre tîmên rizgarkirinê yên deryayî gihiştin cihê bûyerê û 20 penaber rizgar kirin.

Di nava kesên hatine rizgarkirin de 3 zarok jî hene û rewşa wan xirab e. Herwiha 4 jin û 5 mêr jî hatin rizgarkirin.

koçberên di belemê de dixwestin bi rêya deryayî derbasî Yûnanîstanê bibin.

Hê nayê zanîn çend kesan canê xwe ji dest dane.

Roja 10ê vê mehê jî belemeke koçberan di nav Derya Îcê de binav bû ku 35 penaber di nav de bûn û piraniya wan welatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûryê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin