Li Tirkiyê 304 efser hatin desteserkirin  

Li Tirkiyê 304 efser hatin desteserkirin  

.

A+A-

Operasyonên di nav Artêşa Tirkiyê, li hember Cemeata Gulen berdewam dikin. Di operasyona îro pêk hat de, 304 efser hatin desteserkirin.

Li Tirkiyê îro serê sibehê operasyonek li 50 bajara pêk hat û di encamê de, 304 efser hatin desteserkirin. Di nava wan de kesên ku pile bilind jî hene.

Li gor agahdariyên hatî belavkirin, kesên hatin girtin hemû efserên ku xwedî pile ne. 17 ji wan efseran xwediyê pileyên bilind in, 111 kesên hatin girtin ji hêza ezmanî ne û 193 kes jê ji hêza bejayî nin. Operasyon hîn berdewam e û xuya ye dê gelek kesên din di nava artêşê de bên binçavkirin.

Zanyarî destnîşan dikin, operasyona îro ya li hember FETO, ya herî berfireh e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin