Li Tirkiyê 257 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 257 kesên din bi Koronayê mirin

.

A+A-

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 257 kesan jiyana xwe ji dest dan. 


Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 257 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 20 hezar û 135 kesan.


Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 15 hezar û 197 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2 hezar û 816 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 162 hezar û 775 kesan.


Herwiha di 24 demjimêran de 22 hezar û 203 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 37 hezar û 433 kesan.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin