Li Tirkiyê 256 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 256 kesên din bi Koronayê mirin

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê di 24 17 hezar û 543 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 256 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 201 hezar û 104 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 17 hezar û 543 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 256 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 35 hezar û 511 pêketî jî baş bûne.

Bi hesibandina amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 118 hezar û 255 kesan. Ji wan kesan, 19 hezar û 371 kesan canê xwe ji dest dane û 1 milyon 970 hezar û 803 kes jî baş bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin