Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bîranîna Mele Mustafa Barzaniyê Nemir û şîna rehmetî Ali Beyköylü

Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bîranîna Mele Mustafa Barzaniyê Nemir û şîna rehmetî Ali Beyköylü

Roja 01.03.2018an li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji bo 39. salvegera koça dawî ya Mele Mustafa Barzaniyê Nemir civînek hate lidarxistin. Herweha şîna welatperwerê kurd, kedkarê doza azadî û rizgariya Kurdistanê rehmetî Ali Beyköylü hate danîn.

A+A-

Gelek televîzyon, nûnerên partiyên siyasî û dezgehên sivîl û rewşenbîr û siyasetmedar beşdarî civîn û şînê bûn.

Bernameya PDK-Bakur a ji bo bîranîna Mele Mustafa Barzaniyê Nemir û bernameya PAKê li Teşkîlata Amedê ya PAKê hate yekkirin.

bîr-2.jpg

Endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifi Turan bi axaftineke kurt bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê civîn û şîn destpê kir. Paşê welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh Fatîha xwend.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê jiyan, têkoşîn û rola Mele Mustafa Barzaniyê Nemir de û her wiha di derbarê welatperweriya rehmetî Ali Beyköylü de axaftinek kir. Mustafa Özçelik da nîşankirin ku ev bibîranîn û şîn bi organîzasyona hevbeş a PAK, PSK, PDK-Bakur, Hereketa Azadî tê lidarxistin.

bîr-3.jpg

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Endamê Rêvebiriya PDK-Bakur Mehmet Konuk, Berpirsê Peywendiyên Siyasî yê Hereketa Azadî Sıtkı Zilan di derbarê rol û bîr û baweriyên Mele Mustafa Barzanî de axaftin û ruhê welatperwerê Kurd Ali Beyköylü şad kirin, sersaxî ji malbata wî û ji gelê Kurdistanê re xwestin.

Piştî axaftinan welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh di derbarê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir de helbesteke xwe xwend.

Civîna bibîranînê û şînê, bi axaftinên rewşenbîrên kurd Ahmet Kasimoglu, İbrahim Güçlü, Zahit Bozarslan û İsmail Aslan yên di derbarê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir û Rehmetî Ali Beyköylü de berdewam kir.

bîr-4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin