Li Swêdê pîrozbahîya 2 salîya PAKê

Li Swêdê pîrozbahîya 2 salîya PAKê

Bi minasebeta Kongreya PAK-Swêdê û du salîya damezirandina PAKê, PAK-Swêdê ahengek li Stockholmê amade kir.

A+A-

2-001.jpg4-001.jpg5-001.jpg7-001.jpg

 

Bi minasebeta Kongreya PAK-Swêdê û du salîya damezirandina PAKê, PAK-Swêdê ahengek li Stockholmê amade kir. Pêşkêşvaniya ahengê Nesrîn Rojkan û mûzîsyenê wê jî Serbest Hassan bû.

Dû re Serokê PAK-Swêdê Nîhat Akar axifî û qala du salên xebata PAKê kir.

Li ser navê Hevkarîyê Rênas Awdal û li ser navî Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê Semîr Amîn axafîn.

Nûnerê Swêdê yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Şoreş Qadir, PDK başûr, YNK, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, PDK-Iran, Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan-Iran û PSKê jî digel beşdariya xwe peyam jî şandin.  Digel Komiteya Amadekar a ahengê herweha Xortên PAKê jî bi dil û can di organîzeyê de cih girtin.

Di şevê de peyama Serokê Giştî ya PAKê hat xwendin.

 

MESAJA RÊZDAR ÖZÇELÎK

Endam, dost û piştgirên hêja!

Du saliya Partiya Azadîya Kurdistanê li me, li we û li hemû gelê Kurdistanê pîroz be!

Du sal berê dema me Partîya Azadîya Kurdistanê damezirand em bi hêviya li bakurê welatê me partîyeke demokratîk, têkoşer ku pirsa Kurd û Kurdistanê pirsa netewe û welatekî dibîne da ber xwe. Yek ji şîara me pir rengî û pir dengî bû. Partîyek ku ruh bide siyaseta bakurê Kurdistanê û wê ji yekdengiyê rizgar bike. Tesbîtek me hebû, rêxistinek bi vî rengî nikare kopya rêxistinên berê be. Ji ber wê yekê  em ne ku li ser esasê tradisyona rêxistinekê an rêxistinên kevn hatin cem hev,  em li ser esasê huviyeta şexsî hatine ba hev û em dixwazin kultureke nû bînin siyasetê.

Mixabin hîn di destpêkê de ji derveyî îradeya me û bi qandî ku me dixwest, li her derê wek hev pêk nehat. Lê her roj bi kadroyên nû partîya me berbi wî rengê ku em dixwazin ve diçe. Ji tiradîsyonên cuda, bi rengên cuda, bi hejmara jin û xortên xwe, we mînyatorê PAK a di dilê me de ye li Swêdê pêk anî.

Me di van du salên dawî de li gor hêza xwe gelek karên qenc kir. Li bakurê Kurdistanê di legalîzekirina navê Kurdistanê û ala Kurdistanê de rola PAKê gelek e. Bi bîranîn, bi semîner û konferans û xwepêşandanan bûyer û şexsiyetên dîroka Kurdistanê bi nifşên nuh da naskirin.

Bi dehan car em bi munasebetên cuda daketin qad û kolanan û me dengekî nuh û cuda bilind kir.

Kultura me ya nuh a siyasetê, em xwe bi bername û kiryarên xwe didin naskirin. Em xwe bi hinekên din îzah nakin.

Em bi biryardar in hejmara partî û rêxistinên ku bernameya wan wek hev, lê navên wan cuda kêm bikin û herwisa em biryardar in bi sedan kadirên Kurd sebeb çi dibe bila bibe ku li trîbunan rûniştîne, wan daxînin qada têkoşînê. Ji me re navendeke xurt divê. Em mecbûr in di demeke maqûl de bi hev re vê navendê biafirînin.

Silav li we hemûyan!

Em bi hev re xurt in!

Bijî Partîya Azadîya Kurdistanê!

Bijî Kurdistan!”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin