Li Swêdê pênc Kurd bûn parlementer

Li Swêdê pênc Kurd bûn parlementer

Li gor encamên hilbijartinên Parlementoya Swêdê, pênc Kurd bûn parlementerên Swêdê ku sisê ji wan jin in.

A+A-

Parlementerê Swêdê Cebar Emîn ragihand ku li gor encamên ku heta niha derketine, di xula nû ya parlementoyê de herî kêm pênc Kurd dê bibin parlementer, ew jî Lawên Rêdar, Gulan Avcî, Roza Guçlu Hêdîn, Serkan Kose û Kadir Kasirga.

 

Cebar Emîn diyar kir ku heta du rojên din cudakirina dengên hilbijartinên Parlementoya Swêdê dê berdewam bibe û ji bilî wan pênc kesan, îhtimal heye çend namzedên din ên Kurd serkeftin bi dest bixin.

 

 

Ji bilî parlemento, hilbijartinên encûmenên parêzgeh û şaredariyên Swêdê jî birêve çûn û di hemû partiyan de Kurdan xwe kirine namzed.

 

Cebar Emîn amaje bi wê yekê kir ku îhtimal heye gelek Kurd di hilbijartinên encûmenên parêzgeh û şaredariyan de serkeftin bi dest bixin.

 

Roja yekşemê 09-09-2018 hilbijartinên parlemento, encûmenên parêzgeh û şaredariyên Swêdê birêve çûn. Rêjeya beşdariya hilbijartinan %84 bû. Tenê ji bo parlementoyê zêdetirî 40 Kurd xwe kiribûn namzed, ku hejmara kursiyên parlementoyê 349 e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin